Li Kobanê kesên ku madeyên hişbir bi kar tanîn hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê 3 kesên ku madeyên hişbir bi kar tanîn girtin.

Li Kobanê kesên ku madeyên hişbir bi kar tanîn hatin girtin
Li Kobanê kesên ku madeyên hişbir bi kar tanîn hatin girtin
Li Kobanê kesên ku madeyên hişbir bi kar tanîn hatin girtin
3 ÇILE, 2026   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyeniyekê eşkere kir ku hêzên wan li bajarê Kobanê 3 kesên ku madeyên hişbir bi kar tanîn girtin. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku hêzên wan li ser giliyê xizmên wan kesan operasyon pêk anî û di encamê 3 kes girtin, madeyên hişbir û alavên bikaranînê bi wan re desteser kir.

Kesên girtî ji bo dadgehê hatin veguheztin.

(k)