Mihemed El Hiwêdî: Nenavendîbûna siyasî û îdarî êdî girîngiyek e

Lêkoler Mihemed El Hiwêdî têkildarî rûdana karesetên mezin li Sûriyeyê hişyarî da. El Hiwêdî diyar kir ku hemû senaryo di dawiyê de heman encamê didin û got "Nenavendîbûna siyasî û îdarî êdî girîngiyek e, ne hilbijartin e."

Mihemed El Hiwêdî: Nenavendîbûna siyasî û îdarî êdî girîngiyek e
4 ÇILE, 2026   03:40
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî salên dirêj ên krîza Sûriyeyê û piştî hilweşîna rejîma Baas, pirs û guman li ser pêşeroja Sûriyeyê zêde bûn, bê gelo Sûriye ber bi dewleteke nû û xwedî serwerî ve yan ber bi nûkirina desthilatên kevn ve diçe.

Lêkolerê siyasî yê Sûriyeyê Mihemed El Hiwêdî got hemû senaryoyên heyî heman encamê didin, ew encam ew e ku dewlet bi wateya xwe ya nû tune be û Sûriye wekî qad bimîne, ne wekî statûyeke siyasî ya hevgirtî.

El Hiwêdî diyar kir ku yekemîn senaryo wiha ye ku zordarî careke din bi rêbazeke komî yan jî sazûmanî were nûkirin ku siyaset, aborî û ewlehiyê tenê di destê wê de be û wiha domand: "Senaryoya duyem jî wiha ye ku dewlet serweriya xwe ji dest bide û bikeve bin bandora hevsengiyên herêmî û navneteweyî û li şûna ku krîzan çareser bike, wan bi rê ve bibe.”

El Hiwêdî destnîşan kir ku senaryoya sêyemîn a herî metirsîdar wiha ye ku nefreta civakî û taîfî zêde bibe û egera rûdana şerekî navxweyî zêde bibe.

Der barê çareseriyan de El Hiwêdî got: "Pêwîstiya Sûriyeyê bi nimûneyeke ji derve an jî îdeolojiyeke amade tune ye, pêwistiya wê bi rêbazeke guncaw a desthilatê ya li gorî pêkhatina civakî ya Sûriyeyê û dîroka wê ya siyasî, heye.”

El Hiwêdî diyar kir ku bingeha her projeyeke niştimanî dewleteke sivîl û destûrî ye ku tê de qanûn di ser her kesî re be, desthilatî ji hev qetiyayî bin û mafên ferdî û komî yên olî, taîfî û neteweyî misogerkirî bin. Dewleta sivîl şertekî sereke yê rêvebirina civaka pirreng wekî civaka Sûriyeyê ye.

El Hiwêdî got nenavendîbûna siyasî û îdarî êdî pêwistiyek e, ne hilbijartinek e û wiha domand: "Nenavendîbûn sedema hilweşîna dewletê bû. Ew ne destpêka parçebûnê ye lê belê misogeriya yekbûnê ye."

El Hiwêdî banga sazkirina peymaneke civakî ya nû li ser bingeha hesabxwestina ferdî ya ya komî û li ser bingeha edaletê ne kînê û li ser bingeha îtîrafkirina hemû pêkhateyan, kir. El Hiwêdî wiha lê zêde kir: "Dewlet bi zimanê xiyanetkirinê nayên avakirin. Her desthilateke veguhêz jî divê dem û şiyanên wê sînordarkirî bin û erkê wê ew be ku welêt ji bo guhartina demokratîk amade bike. Ew jî bi rêya destûreke erêkirî û hilbijartinên zelal û ji nû ve avakirina saziyên dewletê li ser bingehên niştimanî tê pêkanîn."

El Hiwêdî di dawiya axaftina xwe de got Sûriye bi kêliyeke dîrokî re rû bi rû ye; yan ew ê bibe dewleta welatiyan an jî dê heman rêbaza desthilatê ya rejîma berê bidomîne û got: "Tecrubeya Sûriyeyê rastiyeke wiha teqez kiriye ku aramî bê edalet nabe, yekitî bê hevbeşî nabe û dewlet bê hemwelatîbûn nabe. Cenga pêşîn a beriya destûr û hilbijartinan hişmendî ye. Desthilata ku Sûriyeyê wekî welatekî pirreng nebîne û wê wekî xenîmeteke siyasî bibîne, çarenûsa wê hilweşîne."

(mh)

ANHA