Trump 5 rojên din dem da Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji ber giftûgoyên ku navbera Amerîka û Îranê de hene, wî ferman daye ku 5 rojên din êrişî santralên enerjiyê yên Îranê nekin.

Trump 5 rojên din dem da Îranê
23 adar, 2026   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê têkildarî pêkanîna êrişan li ser santralên enerjiya Îranê peyamek nû parve kir û agahiyên nû eşkere kir.

Trump got: “Keyfxweş im ku ez radigihînim di nava du rojên borî de Amerîka û Îranê giftûgoyên gelek baş û berhemdar kirine da ku dijminatiya navbera me ya li Rojhilata Navîn bi temamî bê çareserkirin.”

Her wiha Trump eşkere kir ku wê dan û standinên wan ên kûr û avaker vê hefteyê jî bidomin û got: “Min ferman da wezareta şer ku tevayî êrişên leşkerî yên li ser santralên elektrîk û jêrxana enerjiya Îranê ji bo 5 rojên din paş bixin.”

Trump daye diyarkirin ku mercê paşxistina wan a êrişan bi serkeftina wan giftûgoyên ku niha di navbera Amerîka û Îranê de hene ve girêdaye.

Hêjayî gotinê ye duh Donald Trump 48 saet dem dabû Îranê daku Tengava Hurmuzê veke. Trump gotibû ger di nava 48 saetan de Tengava Hurmuz venebe, ew ê êrişî santralên elektrîk û santrala atomî ya Boşehr ya Îranê bikin.

Li aliyê din jî îro Çîn û Rûsyayê bang li Amerîkayê kirin ku xwe ji êrişên li ser santralên elektrîk û enerjiya Îranê dur bigre û dan diyarkirin ku ev êriş wê rewşa herêmê hîn aloztir bikin.