Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê baregehên Îranê hatin bombebarankirin

Balafirên şer baregehên leşkerî yên hêzên Îranê yên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê baregehên Îranê hatin bombebarankirin
23 adar, 2026   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê ku agahiyên xwe spartine nûçegihanê xwe yê li Qeladizê, balafirên şer baregehên leşkerî yên hêzên Îranê yên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Hate diyarkirin ku êrişî baregeha hêzên Îranê yên li navçeya Cemaldîn a dikeve pişt navçeya Hêro hatiye kirin.

Hat destnîşankirin ku heta niha tevgera balafirên şer a li ser navçeyê berdewam e û ji navçeya Hêro dengê balafirê tê bihîstin.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve herî kêm navend û baregehên leşkerî yên li ser sînor hatine hedefgirtin. Bêhtir navenda bajarên wek Tehran û bajarên din hatine bombebarankirin.