Sempozyuma Tebqayê çand û reng li hev civandin

Sempozyuma 5’an a Hunera Şêwekariyê ya Tebqayê di atmosfêreke dan û standina çandî navbera şêwekarên ji tevahî bajar û herêmên Sûriyeyê de didome.

7 gulan, 2025   21:48
TEBQA

Bi diruşma "Ber bi rîtma rengên Sûriyeyê ve" şêwekar pêşandana xerbatên xwe yên hunerî di Sempozyuma 5’an a Hunera Şêwekariyê ya Tebqayê de ku 3’yê Gulanê dest pê kiribû, dewam dikin.

31 hunermendên ji bajarên Heleb, Quneytira, Laziqiyê, Şamê, Minbic, Reqa, Kobanê, Qamişlo û Hesekê bi hunerên xwe beşdarî vê sempozyumê bûne.

Di sempozyumê de şêwekaran nêrînên xwe li ser dozên çandî û fikrî anîn ziman û bi kûrahî çandên Sûriyeyê şopandin û pisporiyên di aliyê hunera şêwekariyê de pevguhertin.

Di sempozyumê de tabloyên zêdetir dibistaneke şêwekariyê

Di sempozyumê de tabloyên ji dibistanên hunerî yên cûrbecûr, di nav de empresyonîzm, klasîsîzm û abstraksiyon, tên pêşkêşkirin. Her wiha xebat ji bo çêkirina du peykeran jî berdewam e. Di sempozyumê de 62 hunera şêwekariyê hatine pêşandan.

Wê sibe sempozyum bi pêşandana xebatên hunerî û xelatkirina şêwekarên beşdar bi dawî bibe.

Di sempozyuma îsal de gelek şêwekarên ji hemû temen û pêkhateyên Sûriyeyê hene. Ev yek etnîkên civaka Sûriyeyê nêzîkî hev dike û wêneyên xweşik a biratî û jiyana hevbeş a ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ehmû civakên Sûriyeyê re bawer dikin, pêşkêş dike.

(fr)

ANHA