Topbaran li ser taxên Helebê yên dorpêçkirî berdewam dike

Komên çete yên girêdayî hikumeta demkî a Sûriyeyê di van kêlîkan de taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benzî Zêd bi tundî topbaran dike.

Topbaran li ser taxên Helebê yên dorpêçkirî berdewam dike
8 ÇILE, 2026   08:30
HELEB

Çeteyên (Emşat, Hemzat, Nûredîn Zenkî û Sulan Murad) ên girêdayî hikumeta demkî a Sûriyeyê di van kêlîkan de taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benzî Zêd bi tundî topbaran dikin. 

Hikumeta demkî a Sûriyeyê ji 25`ê Îlona 2025`an ve taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benzî Zêd dorpêç kiriye û rê nade pêdiviyên jiyanê derbasî van taxan bibe.

(k)