TOL’ê serçeteyekî DAIŞ’ê li Dêrazorê girt

QSD’ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê serçeteyekî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê girt û diyar kir ku ew berpirsê yekemîn ê belavkirina çek û cebilxaneyan li ser şaneyan bû.

TOL’ê serçeteyekî DAIŞ’ê li Dêrazorê girt
10 adar, 2025   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku li Dêrazorê serçeteyekî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hat girtin.

"Di çarçoveya operasyonên leşkerî yên berdewam ên serdegirtina bermahiyên ji şaneyên rêxistina "DAIŞ’ê" ya terorîst de, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî QSD’ê bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke taybet li dijî serçeteyekî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê pêk anî.

Piştî hêzên me agahiyên ewlehî yên giştî li ser tevgerên terorîstê bi navê "Xalid Mirbed Ubeyd" bi nasnav "Ebî Omer" wergirtin, hêzên me li bajarokê Besîra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anî û ew girt.

Terorê bi navê Xalid berpirsê yekemîn ê belavkirina çekd û cebilxaneyan li ser şaneyên rêxistina DAIŞ’ê bû ku êrişên terorane li dijî hêzên me, hêzên ewlehiyê û sivîlan pêk dianî.

Hêzên me diyar dikin ku ruxmî mijûlbûna wan di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, lê ew operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî şaneyên terorîst didomînin, bi şev û roj dixebitin ku jêderên wan ên madî û manewî ziwa bikin ku wan ji kokê de biqelînin."

(fr)