Bi şevbuhêrkekê fedakariyên jinan hat silavkirin

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê ji bo silavkirina têkoşîn û fedakariyên jinên azad di hemû aliyên jiyanê de, şevbuhêrkeke helbestan li bajarê Hesekê organîze kir.

Bi şevbuhêrkekê fedakariyên jinan hat silavkirin
Bi şevbuhêrkekê fedakariyên jinan hat silavkirin
Bi şevbuhêrkekê fedakariyên jinan hat silavkirin
Bi şevbuhêrkekê fedakariyên jinan hat silavkirin
Bi şevbuhêrkekê fedakariyên jinan hat silavkirin
Bi şevbuhêrkekê fedakariyên jinan hat silavkirin
Bi şevbuhêrkekê fedakariyên jinan hat silavkirin
Bi şevbuhêrkekê fedakariyên jinan hat silavkirin
10 adar, 2025   19:26
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîran ji bo silavkirina fedakariyên jinên azad û silavkirina têkoşîna wan şevbuhêrkeke helbestan li Parka Xwendinê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist.

Di şevbuhêrkê de bi dehan helbestvan û şêniyên bajêr beşdar bûn.

Di çalakiyê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantonê Taha Qasim Roja Jinan a Cîhanê (8'ê Adarê) li tevahî jinan û jinên Kurd bi taybetî ku ji bo azadî û rûmeta xwe tê koşiyane, pîroz kir.

Piştre helbestvanan helbestên li ser berxwedana jinên Kurd ên azad û li ser zehmetiyên li pêşiya wan û têkoşîna wan a ji bo jiyana azad û birûmet, xwendin.

(fr)

ANHA