Tirsa vegera DAIŞˈê û agirbesta li Xezeyê rojevên rojnameyên erebî ne

Danûstandinên li ser peymana bidawîkirina şerê li Xezeyê hê jî berdewam dikin. Li aliyekî din piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser vegera çeteyên DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê û Iraqê fikarên giran derketin holê.

Tirsa vegera DAIŞˈê û agirbesta li Xezeyê rojevên rojnameyên erebî ne
23 kanûn, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, der barê danûstandinên agirbesta Xezayê û tirsa vegera DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, nivîsîn.

AGIRBESTA XEZAYÊ Û NELIHEVKIRINA HERDU ALIYÊN ŞER

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî ku hewlên navbeynkaran ji bo danûstandinên agirbesta li Xezayê berdewam in, Israîlî jî behsa rojên giring ji bo gihiştina rêkeftinekê dikin.

Çavkaniyekî Filistînî ku ji rojnameyê re axivî, ragihand ku "li ser maseya danûstandinan hê jî kêmasî berdewam in ji ber ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu astengiyên nû pêşkêş dike, Netanyahu xwest ku 11 rehîneyên bi temenê Ciwan bêne berdan, ku hijmara rehîneya bi giştî 23 ne. Lê Hemas dixwaze beramber her rehîneyekî Îsraîlî 200 yan 300 dîlgirtiyên wan bêner berdan, ango nêzî 3 hezar dîlgrtiyan, Îsraîlî jî vê yekê neperjirîne. "

LI NEYNEWAYÊ TIRSA VEGERA DAIŞˈÊ

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku aloziya ji nişka ve li Sûriyeyê çêbû, rewşek tirsê di nav nişteciyên parêzgeha Nînewayê de çêkir, yên ku berê derdê aloziya li welatê cîran kişandine, dema ku DAIŞˈê parêzgeha wan wek dergeh bikar anî ji bo dagîrkirina navçeyên berfereh yên Iraqê ku vê yekê gelek ziyan û wêranî bi xwe re anî.

Berpirsên hikûmeta navendî û yên xwecihî bi tirsa niştecihên Nînewayê dihesin, lewma parêzgerê Neynewayê Qadir El Dexil, der barê mijarê got "Tirs tune ye, her tişt aram e û rewş di bin kontrolê de ye, artêş, polîsê federal, zêrevanên sînor û Heşda Şabî sînorê aliyê Sûriyeyê re biparêzin. "