Di êrişa Îsraîlê de 7 filistînî hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li herêma Mewasî ya lı rojavayê Xan Yûnisê ya Xezayê de 7 filistînî hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de 7 filistînî hatin kuştin
23 kanûn, 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), artêşa Îsraîlê li herêma Mewasî ya li rojavayê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê konên koçberan bombebaran kirin. WAFAˈyê diyar kir ku di êrişê de 7 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî agahiyên îstîxbaratî endamekî Hemasê li Xan Yûnisê hatiye hedefkirin.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê (7 Cotmeh 2023) ve, zêdetirî 45 hezar kes hatine kuştin.

(bb)