Tirkiyeyê ragihand ku ji bo peymana Mekayê saziyeke şopandin tê avakirin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê aşkare kir ku her sê dewletên ku hevpeymana Mekayê îmze kirine wê ji bo şopandina pêkanîna xalên hevpeymanê heykel û makanîzmeyeke sazîbûneke hevbeş ava bike.

Tirkiyeyê ragihand ku ji bo peymana Mekayê saziyeke şopandin tê avakirin
13 tebax, 2026   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di hevdîtina xwe ya heftane de, diyar kir ku her sê dewletên ku Hevpeymana Mekayê ya Parastina Hevbeş îmze kirine, wê heykelê saziyeke temaker ji bo domandina tensîqê û danûstendin, girtina biryaran têkildarî dozên strtêjîk û ewlehiya hevbeş ava bikin.

Wezaretê da zanîn ku makanîzmeya nû wê ji wezîrên parastinê û yên karên derve, fermandarên hêzên çekdar ên her sê dewletan pêk were. Ev dihêle ku çarçoveyeke ji bo şopandina pêdiviyên hevpeymanê, bi tensîqa di navbera hikumet û artêşan çêbibe.

Li gorî wezaretê hevpeymana ku 7`ê Tebaxê hatiye îmzekirin, ji planên di navbera artêşa her sê dewletan de, ji bo pêkanîna rêkarên leşkerî yên hevbeş, bi armanca tensîqê û bilindkirina asta amadekariyan, di çarçoveyeke komî de pêk tê.

Li gorî daxuyaniya Tirkiyeyê ew ne tenê girêdayî aliyên pêkanîna operasyonên leşkerî ne, her wiha girêdayî sektora sînayî ya parastinê ya berhemdayîna hevbeş a çek û cebilxaneyên leşkerî ne jî.

(sb)