Mesrefa Çandiniyê li Hesekê dest bi serfkirina fatoreyên cotkaran kir

Mesrefa Çandiniya Koperatîf a li Hesekê dest bi serfkirina fatoreyên genim hat kirin. Ev pêvajo wê li gorî makanîzmeyeke nû li gorî derfetên hebûna pereyan li ser beşan pêk were.

Mesrefa Çandiniyê li Hesekê dest bi serfkirina fatoreyên cotkaran kir
Mesrefa Çandiniyê li Hesekê dest bi serfkirina fatoreyên cotkaran kir
Mesrefa Çandiniyê li Hesekê dest bi serfkirina fatoreyên cotkaran kir
Mesrefa Çandiniyê li Hesekê dest bi serfkirina fatoreyên cotkaran kir
13 tebax, 2026   15:59
HESEKÊ

Piştî ku para ji bo nirxê berhemên çandiniyê ji bo Banka Navendî hat dayîn, îro li Mesrefa Çandiniya Koperatîf ya li bajarê Hesekê dest bi pêvajoya serfkirina fatoreyên genim ên cotkaran hat destpêkirin.

Mûdîrê Mesrefa Çandiniya Koperatîf li Parêzgeha Hesekê Newaf El Herîrî diyar kir ku wan îro dest bi dayînê kiriye, têkildarî makanîzmeya dayîna pereyan 2 biryarname gihîştiye destê wan.

Li gorî her du biryarnameyan, cotkarê ku fatoreya wî kêmî mîlyoneke lîreya Sûriyeyî ye, wê pereyên xwe bi temamî bi pereyên nû bigire, lê cotkarê ku fatoreya wî mîlyoneke lîre derbas dibe ew ê tenê mîlyon lîreyî bi dest bixe, pereyên mayî wê di dema pêş de di çarçoveya beşeke din were pêşkêşkirin.

El Herîrî da zanîn ku beşa dema pêş wê li gorî derfetên hebûna pereyan û bi awayeke mehane be. Cotkarê ku fatoreya wî ji 5 mîlyon lîreyî zêdetir be, ew ê tenê ji seadî 25 ji pereyên xwe bigire.

Têkildarî mijara serfkirina fatoreyan bi rêya “Sham Cach” Newaf El Herîrî destnîşan kir ku biryarnameyeke di vê der barê de gihîştiye dest wan, niha jî ji bo amadekirina bernameyê xebat tên meşandin. Paşê heke pere di nav destê wan de tune be, wê fatore bi rêya bernameyê bên serfkirin. Lê heke pere hebe wê bi awayeke sîstematîk pereyên cotkaran bên dayîn.

Der barê metirsiyên cotkaran ji bo mijara bernameya “Sham Cach” El Herîrî diyar kir ku cotkar fêr bûye ku fatoreyên wan di yek carî de tên dayîn, ji ber zexta li ser dolar ji bo wê dayîna pereyan li ser beşan hatiye danîn, ev gav li gorî perespektîfên Banga Navendî ya Sûriyeyê ji bo parastina buhayê serfkirinê pêk tê.

Mûdîrê Mesrefa Çandiniya Koperatîf li Parêzgeha Hesekê Newaf El Herîrî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pêvajoya dayîna fatoreyan li gorî makanîzmeyeke li ser 3 mehan pêk tê.

(sb)

ANHA