‘Tirkiyeyê destûr daye komên filistînî da ku perwerdeyan li Sûriyeyê bibînin’

Hate ragihandin ku dewleta Tirk destûr daye tevgerên Hemas û Cîhad Îslamî ku perwerdeyên leşkerî li Sûriyeyê bikin. Li gorî medyaya Îsraîlê, vê pêngavê fikarên Îsraîlê zêde kirine.

‘Tirkiyeyê destûr daye komên filistînî da ku perwerdeyan li Sûriyeyê bibînin’
29 nîsan, 2025   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya îsraîlê, dewleta Tirk hiştiye ku di serî de Hemas û Cîhad Îslamî, komên çekdar ên Filistînê perwerdeyên leşkerî li Sûriyeyê pêk bînin.

Kanala i24 News ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên îstîxbaratî, ragihand ku ev perwerde bi qebûlkirineke rasterast a ji aliyê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve têne kirin. Hate gotin, di demekê de ku aloziyên herêmî zêde dibin û Hemasê baregehên xwe yên berê yên li çend welatên cîran terikandin, Erdogan rê daye komên filistînî ku li Sûriyeyê hebûneke xwe ava bikin.

Çavkaniyan da zanîn ku Tevgera Cîhad Îslamî jî di van perwerdeyan de cih digire û got, Îsraîl ji ber vê gavê bi fikar e û wekî gefekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne.

Li gorî medyaya xwecih û ya almanî jî li Şamê piştî ku desthilatdariyê 2 rayedarên Tevgera Cîhad Îslamê bi tawana "sîxurtiya ji Îranê re" destgîr kirine, alozî zêde bûye.

5 FILISTÎNÎ HATIN KUŞTIN

Her wiha Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku Îsraîlê herêma Mewasî ya Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê de kampeke koçberan kir hedef û di encamê de 5 filistînî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku li Xezayê aloziya mirovî zêdetir dibe, av kêm bûye û birçîbûn belav bûye.

(bb)