Li ser rola karkeran di avakirina civakan de semîner

Yekitiya Rewşenbîran û Yekitiya Karkeran ên kantona Reqayê di semînerekê de bal kişand ser rola karkeran di avakirina civakan de.

Li ser rola karkeran di avakirina civakan de semîner
Li ser rola karkeran di avakirina civakan de semîner
Li ser rola karkeran di avakirina civakan de semîner
Li ser rola karkeran di avakirina civakan de semîner
Li ser rola karkeran di avakirina civakan de semîner
Li ser rola karkeran di avakirina civakan de semîner
29 nîsan, 2025   14:48
REQA

Yekitiya Rewşenbîran bi hevkariya Yekitiya Karkeran a Kantona Reqayê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê semînerek li avahiya berê ya yekitiyê organîze kir.

Karker, nûnerên yekitiyên karkeran, rewşenbîr û rêxistinên civaka demokratîk jî beşdarî semînerê bûn.

Hevserokê Yekitiya Karkeran a Kantona Reqayê Mihemed Sîno axaftina pêşîn kir û diyar kir ku karkeran berpirsyariya xweşî û pêşketina civakan hilgirtine ser milê xwe. Her wiha anî ziman ku Roja Karkeran roja bîranîna bi mafên karkeran û başkirina rewşa wan e.

Mihemed Sîno bi domdarî got: "Em vê rojê bikin roja nûkirina soza xwe ya hevgirtinê bi karkeran re ku ji bo jiyaneke bi rûmet kar dikin. Em piştgiriyê bidin hemû hewldanên ku mafên karkeran diparêzin û ewlehiya wan misoger dikin. Bêyî edaletê rûmet tune ye û bêyî naskirina mafên kesên ku welatan ava dikin edalet tune ye."

Piştî axaftina pêşîn, semîner ji aliyê hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kanotna Reqayê Rîma Mistefa ve hat dayîn.

Rîmayê Mistefa bal kişand ser rola jinên kedkar di civakê de û wan wekî bingeha tevahiya civakê pênase kir. Rîma got: "Jinên kedkar  di malbat û civakê de gelek rolan dilîzin. Jin dayik, perwerdekar, mamoste, siyasetmedar, bijîşk û endazar in. Jin ji bo pêşketina malbata xwe û civaka xwe kedeke mezin didin."

Her wiha îşaret pê kir ku rola jinan di avakirina civakê de aşkera dixuyaye û got, jin hevkareke sereke di peydakirina pêdiviyên aborî û civakî de ye û rola wan di qada perwerde û rêveberiyê de bingehîn e.

(bb)

ANHA