Tirkiye û Iraqê 24 peyman îmze kirin

Di serdana serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan a ji bo Iraqê de, di çarçoveya "Peymana Çarçove ya Hevkariya Qada Avê" û "Zebta Lihevkirina Çarçoveya Stratejîk" de 24 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.

Tirkiye û Iraqê 24 peyman îmze kirin
22 nîsan, 2024   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û hin hevdîtinan pêk bîne çû Iraqê. Li Bexdayê ligel serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Di bin çavdêriya Erdogan û serokwezîrê Iraqê Muhemed Şiya Sudanî de di navbera Iraq, Tirkiye, Qeter û Îmaratê de di çarçoveya Projeya Rêya Pêşketinê de peymana çaralî hat îmzekirin. Di merasima îmzakirinê de wezîrên veguheztin-binesaziyê yên her sê welatan û wezîrê enerjî-binesaziyê yê BAE’yê jî amade bûn.

Her wiha di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 24 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin ku di nav wan de "Peymana Çarçove ya Hevkariya li Qada Avê" û "Zebta Lihevkirinê ya Çarçoveya Stratejîk" heye. Bi Iraqê re peymana Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya 10 salan hat îmzekirin.

LI HEMBER PKK’YÊ PÊNGAVÊN HEVPAR

Piştî hevdîtina Erdogan û Sûdanî civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin. Erdogan di civîna çapemeniyê de kêfxweşiya xwe ya ji bo îlankirina PKK'ê ya Iraqê weke "rêxistineke qedexe" nîşan da. Erdogan diyar kir ku wan bi Iraqê re li ser gavên hevpar ên li dijî PKK'ê axivîn û bal kişand ser peymanên hevkariya stratejîk ên ku bi Iraqê re îmze kirine.

BARZANÎ JI DAGIRKERAN RE ‘AŞTÎ Û BERDEWAMÎ’ HÊVÎ KIR

Erdogan ku piştî serdana xwe ya li Bexdayê çû Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Barzanî li ser hesabê xwe yê X’ê bi Tirkî nivîsek parve kir û diyar kir ku ji ber Erdogan pêşwazî kirine bextewar in û got ew ê mijarên wekî "aştî, aramî, aboriyê” gotûbêj bikin.