Efserekî Şamê li Derayê hat kuştin

Çekdarên nenas gule avêtin efserekî hêzên hikumeta Şamê di encamê de hate kuştin.

Efserekî Şamê li Derayê hat kuştin
22 nîsan, 2024   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên nenas li ser rêya di navbera bajarê Newa û bajarokê Delê yê li bakurê Derayê de gule avêtin efserekî hêzên hikumeta Şamê, di encamê de hate kuştin.

Efser ji bajarê Humisê ye û li bakurê Derayê berpirsê lêkolînên ewlehiyê bû.

(fr)