Tirkiye helwesta lawaz a civata navneteweyî bi kar tîne

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku dewleta Tirk lawaziya civata navneteweyî bi kar tîne da ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Nazîra Gewriye jî got “Heke êrişên Tirkiyeyê li dijî herêmên me dewam bikin, Suryan rû bi rûyî xetereya vegera DAIŞ`ê ne.”

Tirkiye helwesta lawaz a civata navneteweyî bi kar tîne
Tirkiye helwesta lawaz a civata navneteweyî bi kar tîne
Tirkiye helwesta lawaz a civata navneteweyî bi kar tîne
Tirkiye helwesta lawaz a civata navneteweyî bi kar tîne
28 mijdar, 2023   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymangeha El Şerq a Almanî têkildarî rewşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek li dar xist. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîra Gewriye, rêveberê peymangehê Andreas Reinke û rojnamevan Christine Helberg beşdarî panelê bûn.

Bedran Çiya Kurd di panelê de bal kişand ser girîngiya şopandina rewşa herêmê û got: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşeke Sûriyeyê ye. Rêveberiya Xweser ji 2014`an ve bi rê ve dibe. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, hewldanên têkoşîna li dijî DAIŞ`ê sînordar dikin. Rêveberiya Xweser dikare roleke girîng di xebatên siyasî de bilîze û ji bo çareseriyê nimûneya herî guncaw e.”

Çiya Kurd destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk jiyana welatiyan dixin xetereyê û DAIŞ sûdê ji van êrişan digire, ji bo ku şaneyên xwe bi rêxistin bike. Her wiha îşaret bi rewşa li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û sûcên dewleta Tirk ên li dijî xelkê wan herêman kir û bang li civata navneteweyî kir ku rewşê binirxînin û planên dagirkeriya Tirk rawestînin.

‘XIRISTIYAN RÛ BI RÛYÎ XETEREYA DAIŞ`Ê NE’

Hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîra Gewriye jî bal kişand ser rewşa xiristiyan û kêmneteweyan û got: “Suryan rû bi rûyî xetereya vegera rêxistina terorîst in. Madem Tirkiye êrişên xwe li dijî herêmê didomîne, vegera vê rêxistinê pêkan e. Civaka navneteweyî jî dudil e ku piştgirtiya pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bike.”

Nazîra wiha domand: “Tevahî pêkhateyên herêmê tev li avakirina Rêveberiya Xweser bûn. Suryan jî yek ji wan bûn. Ji ber ku ji bo me, ev proje mafên pêkhateya Suryan û pêkhateyên din û yên jinan dabîn dike.”

‘RÊVEBERIYA XWESER PROJEYA HEMÛ PÊKHATEYAN E’

Rojnamevana Alman Christine Helberg ku ji çend salan ve serdana herêmê dike, got: “Sûriye di pratîkê de bûye 4 beş, beşek di bin kontrola rejîmê de, yek bi destê komên cîhadîst, herêmên ku Tirkiyeyê êrişî wan kirine û herêmên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku li gorî pergala Rêveberiya Xweser tên birêvebirin. Ew herêm stratejîk e û gelekî girîng e.”

Christine Helberg wiha berdewam kir: “Herêmên Rêveberiya Xweser rûbirûyî zehmetiyên mezin e, nemaze ku Tirkiye êriş herêmê dike. Ev êriş, hewldanên têkoşîna li dijî terorê, sînordar dike. Xuyaye ku Tirkiye rola ku jê tê pêşbînkirin, derbas dike, li şûna piştgiriya Rêveberiya Xweser bike di têkoşîna wê li dijî terorê de, van herêman topbaran dike. Ev jî rê li pêşiya vejandina terorîstan vedike ku li ser ewlehiya cîhanê gefeke nû ye.”

Christine Helberg destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeya hemû pêkhateyên bakurê Sûriyeyê ye, ne tenê projeyeke kurdî ye ku parçebûn armanca wê ye, lê nûnertiya tevahiya gelên herêmê dike û pêkhateyên din hembêz dike ku bi awayekî çalak tev li birêvebirina herêmên xwe dikin. Li gorî Christine Helberg ev proje xizmeta berjewendiya tevahî aliyan dike û geşepêdan û îstiqrarê li herêmê pêk tîne.

‘TIRKIYE DITIRSE PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER BIGIHÊJE AXA WÊ’

Di bersivandina pirsên beşdarên panelê de, Bedran Çiya Kurd bal kişand ser girîngiya rewşa erdnîgarî ya gelên li herêmê û got: “Piştî ku li herêmê di bin siya Rêveberiya Xweser de mafên rewa hatin bidestxistin, Tirkiye ditirse Kurd, Ereb, Suryan û Ermenên li wir daxwaza mafên xwe bikin.”

Her wiha Çiya Kurd destnîşan kir ku Tirkiye ditirse ku projeya Rêveberiya Xweser bigihêje axa wê, ji ber ku ev proje mafên tevahî gelan dabîn dike, ev jî ne li gorî daxwazên Tirkiyeyê ye. Ji ber wê siyaseta dijminane ya Tirkiyeyê li dijî herêmên me nayê guhertin, madem dijminatiya gelê Kurd li Tirkiyeyê dike. Rejîma Tirk naxwaze doza kurd û dozên demokratîk ên li Tirkiyeyê çareser bike, li şûna wê bi hiceta parastina ewlehiya xwe, êriş herêmên me dike.”

Têkildarî rola hêzên mezin li herêmê Çiya Kurd îşaret pê kir ku lihevkirin bi DYA`yê re di aliyê leşkerî û têkoşîna li dijî terorê de hene. Her wiha bang li firehkirina vê hevkariyê kir ji bo ku DAIŞ bi temamî tune bibe.

Çiya Kurd hedefgirtina herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û got: “Ew helwesta lawaz a civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî bi kar tîne.”

Der barê têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û Almanyayê de Çiya Kurd got: “Di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Terorê de, têkiliyên me bi Almanyayê re hene. Hikumeta Alman dikare roleke ji vê çalaktir di çareseriya siyasî û têkoşîna li dijî terorê de bilîze. Doza girtiyên DAIŞ û malbatên wan ên di nav kampan de, dozeke navneteweyî ye û divê civata navneteweyî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike ji bo ku çareseriyên bingehîn ji vê dozê re bibîne. Mînak, avakirina dadgehên navneteweyî yan jî piştgiriya dadgehên xwecih ên Rêveberiya Xweser, avakirina navendên perwerdeyê, fêrkirina zarokan û malbatên wan ji ber ku xetereya wan roj bi roj zêdetir dibe.”

Çiya Kurd, dawiyê balkişand ser paşguhkirina civata navneteweyî rewşa Sûriye û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Divê xeterya terorê bê tunekirin, rê li pêşiya koçberiya ber bi Ewropayê ve bê girtin. Ji bo wê jî, divê piştgirî ji Rêveberiya Xweser re bê kirin û li ser erdê bi şêwazekê ku ewlehî û îstiqrara li herêmê biparêze, çareseriya bibînin.”

(şx)