Serdana Îbrahîm Reîsî ya Tirkiyeyê hate betalkirin

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku wê îro serdana xwe ji bo Tirkiyeyê bikira betalkir.

Serdana Îbrahîm Reîsî ya Tirkiyeyê hate betalkirin
28 mijdar, 2023   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP’ê, serdana fermî ya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya ji bo Tirkiyeyê ku wê di 28’ê Mijdarê de(îro) bihata kirin, hatiye betalkir.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku rayedarên Tirk têkildarî betalkirina serdanê de daxuyanî nedane.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di nava meha Mijdarê de bi daxuyaniyekê têkildarî serdana Reîsî dem dabû û diyar kiribû ku wê şerê li Xezeyê di rûniştineke hevpar de bê nirxandin.