2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê şehîd Mehmûd Kobanê û Milîtan Kobanê oxir kirin.

2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
28 mijdar, 2023   15:19
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê şehîd Mehmûd Kobanê û şehîd Milîtan Kobanê bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê. 

Şehîd Mehmûd Kobanê û şehîd Milîtan Kobanê di 23'yê Mijdarê de li Hesekê şehîd bûbûn.

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce di merasîmê de axivî û got: “Ji bo ku ev jiyan jî bi azadî û aramî bidome, bi hezaran şehîdan canê xwe kir feda. Şehîd Mehmûd û şehîd Milîtan jî ew ji bo gelê xwe kirin feda û destkeftiyên şoreşê parastin.”

Endama Kongra Star a navçeya Şêranê Litfiyê Silêman jî got: “Em ê bi ciwantiyê jî bi ser bikevin. Milîtan û Mehmûd jî xwedî li gotinên Rêber Apo derketin. Wê navê şehîdên me di dîroka Kurdistanê de bi tîpên zêrîn bê nivîsandin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.”

Birayê şehîd Mehmûd Ednan Oso jî got: “Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin û em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin.”

Piştî ku wesîqeyên şehadetê radestî malbatan kirin, merasîm bi dawî bû.

(sş)

ANHA