Tirkiyê av berda asta ava çemê Firatê bilind bû

Piştî ku Tirkiyê ava bendavan berda, asta ava çemê Firatê bilind bû û saziyên têkildar ji Ji şêniyên Reqa û Dêrazorê xwestin ku ji çem dûr bikevin.

Tirkiyê av berda asta ava çemê Firatê bilind bû
15 tebax, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku herikîna ava Firatê ji Tirkiyeyê zêde bû, şevê din asta çamê Firatê li Sûryeyê bilind bû. Tê payîn ku ev bilindbûn heta dawiya Tebaxê bidome.

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê hişyarî da şêniyan, bi taybetî yên ku li nêzî Firatê li parêzgehên Reqa û Dêrazorê dijîn ku baldar bin, ji çem dûr bisekinin û di çem de avjeniyê nekin.

(k)

ANHA