Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê plansaziya 2024`an bi dawî kir. Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê û Daîreya Avê jî gelek xebat da meşandin.

Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan
Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan
Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan
Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan
Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan
Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan
Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan
Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan
Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan
Li Tirbespiyê û Dirbêsiyê xebatên şaredariyan
18 mijdar, 2024   07:40
HESEKÊ

Şaredariyên gel û saziyên xizmetguzariyê yên li herêmê xebatên xwe bi lez didomîne da beriya zivistanê plansaziya 2024`an bi dawî bike.

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê  plansaziya 2024`an bi dawî kir.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a bajêr Alan Meîş got: "Li gorî pêşniyarên gel ên bi rêya komînan hatine kirin me plansazî diyar kir û dest bi projeyan kir."

Meîş diyar kir ku şaredariyê bi taybetî piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê û navendên ceyranê torên kanalîzasyonê yên gundan sererast kirin û jenerator li ser bîrên ava vexwarinê bi cih kirin.

Şaredariyê rêyên bajêr bi kevirê hûr sererast kir, hin rêyên sereke yên di navbera gund û bajarokan de û gelek rêyên gundan zift kirin.

Şaredariyê ji bo parastina bedewiya bajêr û ji bo paqijkirina wê gelek xebat pêk anîn, li kêleka wê jî, dar li bajar û gundan hatin çandin.

Alan Meîş aşkera kir ku lêçûna van projeyan 205 hezar dolar e û destnîşan kir ku ew ê li gorî girîngiyê û pêşniyarên şêniyan plansaziya 2025`an deynin.

Gerînendetiya Avê û Şaredariya Gel a Tirbespiyê gelek projeyên sererastkirina torên kanalîzasyonê, avê, bicihkirina jeneratoran û xetasan li ser bîran meşandine.

TIRBESPIYÊ

Bi hatina zivistanê re û piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Şaredariya Gel a Tirbespiyê û Gerînendetiya Avê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîbn.

Li gorî plansaziya şaredariyê, li gundê Ebû Huceyra yê başûrê bajêrê Tirbespiyê toreke kanalîzasyonê bi dirêjahiya 550 metre hat çêkirin.

Şaredariyê, li rojhilatê bajêr toreke kanalîzasyonê bi dirêjahiya 200 metreyan bi cih kir. Li bajarê Hilwe jî toreke bi dirêjahiya 250 metreyî bi cih kir. Li gundê Maşûq jî torek bi dirêjahiya 150 metreyî bi cih kir.

Hevserokê Daîreya Avê ya Tirbespiyê Hisên Xalid got wan pirsgirêka avê li bajêr û gundan çareser kirin, torên avê firehtir kir, jenerator li ser bîran danîn û li ser bîrên hin gundan jî jenartor danîn.

Xalid diyar kir ku ew bi hevkariya Şaredariya Bajarokê Hilwe depoyeke avê li gundê Til Şîîr ava dikin û got, xebatên di bîra taxa Colan a li kêleka kargeha tevnê temam dikin.

Daîreya Avê ya gundê Maşûq tora avê ya gund bi dirêjahiya 100 metreyî, ya gundê Ude bi dirêjahiya 419 metreyî, gundê Girê Berî bi dirêjahiya 452 metreyî, gundê Til Gidîş bi dirêjahiya 600 metreyî û gundê Ebû Firih 300 metreyî û Elaya bi dirêjahiya 100 metreyî firehtir kir.

Li gorî gerînendetiyê, li 5 bîrên gundên Um Îzam, Ebû Xedîr, Qasrûk, Xirbet El Têr û Teyih ê başûrê bajêr xetas danîne.

(şx/bb)

ANHA

Dirbêsiyê