Êşa dîrokî ya jinan: Tundî

Ji destpêka dirokê heta niha Jin ji aliyê pergalên mêr ve di alîyê olî, siyasî û aborî de bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê tên. Tevî hewldanên jinan û tevgerên jinan ên li   Rojhilata Navîn û cîhanê berdêlên mezin ên di vî warî de têne dayin.

Êşa dîrokî ya jinan: Tundî
18 mijdar, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêkanîna tundiya li dijî jinan politik û Îdolojîke, bûye tawanek wekî bobelateke mezin a mirovî ku sînorên çandî, olî, aborî û etnîkî derbas kirine. Tu civak nemane ku tundî lê tune be, ji ber pergala mêr her tim şer û qeyrane ev jî dihelê her ku biçe tundî zêde be.

Gelek têgeh û cureyên tendiyê û beşên civakê yên ku rastî tundiyê tên hene. Ew têgeh li gorî civakan diguhere, ji ber ku tiştê di civakekê de weke reftarên tundûtûjî tê naskirin.

Her kiryar û tevgerên ku derveyî iradeya jinan li ser wan têne kirin, tundî ye, weke destdirêjî, tecawiz, biçûkxistin, kuştin, dûrxistina ji qadê jiyanê.

1- Tundiya siyasî: Tundiya siyasî ya li dijî jinan, ew e dûrxistina wan ji  jiyana siyasî û ji biryardana siyasî, û paşguhkirin û dûrxistina bi qest.

2- Tundiya fizîkî: Têgehek bi giştî ji bo her cure kiryarên tundûtûjiyê yên ku bi mebest an jî bi awayekî awarte li dijî jinan tên kirin.

3- Tundiya derûnî: Têgeha tundiya derûnî weke hemû şêweyên êrişa hestyarî û binpêkirinên hestan li dijî mirov tê naskirin, gelek cureyên wê hene, mîna destdirêjiya devkî, wek biçûkxistin, nifir, gef, tirsandina derûnî, biçûkxistina kesên din û tawanbarkirina wan. Her wiha kiryarên mîna, dijûn, guhnedana kesên din, reşkirin û gotinên bi qestî yên derewîn ên li dijî kesekî jî ji cureyên tundiya derûnî ne.

4- Tundiya nav malbatê: Bi çend navên dij jî tê danasîn: destdirêjiya nav malê, an jî destdirêjiya zewacê. Çend formên wê hene, wke êrişa fizîkî (wek lêdan, şeqam, pehîn, avêtina tiştan, hwd.). An jî tehdîdên psîkolojîk, wek êrişa zayendî an hestyarî, tirsandin, an çewsandin.

5-Tundiya sîber (elektronîk): Gelek caran dema em behsa tundiyê dikin, êrişa fizîkî rû bi rû tê bîra me. Lê tundî dikare li ser înternetê jî çêbibe. Ev tevgera  zordestî û tacîzkirina li ser internertê, dikare bi qasî tundiya fizîkî rast û xeternak be.

6- Tundiya zayendî: Ew her karekî cinsî ye, yan jî hewldanek bidestxistina kiryareke cinsî bi rêya tundiyê yan bi zorê, yan zext û zordariya li ser kesan bi mebesteke cinsî.

7- Tundiya devkî: ku di gotin tê kirin, jinê biçûk xistin û serweriya xwe diyar kirin

 Her wiha cureyên din ên tundiyê hene, wek aborî, civakî, tenduristî, çandî û hwd.

Tundiya li ser jinan, koletî, bikaranîn û bindestkirina wê di dîrokê de weke yekemîn şêweyê tundiyê tê pênasekirin, ji ber vê yekê fanatîzma zayendî an jî cudakariya zayendî weke yekemîn îdeolojiya desthilatdariyê hatiye binavkirin û pê re jî hişmendiya tundrewiya olî, netewperestî û fanatîzma zanistî pêş ketiye, ji ber vê yekê bindestkirin û çewisandina jinan weke dagirkirin û bindestkirina welat û civakê tê dîtin.

Lewma tê gotin ku rizgarkirina welatekî ji dagirkeriyê nayê wateya bidestxistina azadiyê û ji holê rakirina tundiyê. Eger hişmendî neyê guhertin dê tundî bi şêweyên cuda berdewam bike. Lewma têkoşîneke mezintir pêwîst e, pirsgirêk bi biryar û zagonan çareser  nabin, lê belê pêdivî bi hişyarkirinê heye.

Ji hêla navenda lêkolînên Jînolojiyayê ve pêvajoya dîrokî ya hişmendiya hegemonîk a baviksalarî hat lêkolînkirin û li ser gelek mînak û modelên li Kurdistan û cîhanê hat gotûbêjkirin. Di pêvajoya yekem de jin kirin kole, di ya duyemîn de jî ew kirin amûra cinsî û di ya sêyem de keda jinan winda kirin û nirxê karên wê nedanê,  ew di warê aborî de paşguh kirin. Di pêvajoya çarem de bedena jinê weke amûrekê hat bikaranîn û jin di hemû qadên (siyaset, aborî, cinsî, teknolojî, reklam, huner û werziş) de weke amûrekê hate bikaranîn.

Di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinan de, divê em bînin bîra xwe ku jin bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê tên ji aliyê pergalên olî, civakî û siyasî ve. Tevî hewldanên jinan û tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn û cîhanê û berdêlên mezin ên di vî warî de têne dayin, lê hê jî jin li ku bin rastî gelek awayên tundiyê tên.

Her roj bi sedan bûyerên berdan, xwekuştin, kuştin, lêdan û destdirêjiyên zayendî yên li dijî jinan têne kirin, li gel binpêkirinên mafên mirovan li gelek welatên herêmê. Ev hemû encama hişmendiya baviksalarî ya di nava civakê de ye ku jinê weke şerm, eyb û namûsê dibîne.

Sibe: Li hember tundiyê mertalek: Mala Jin

(k)

ANHA