Şewat gihîşt gundê El Eboş, ber bi El Mislte ve diçe

Şewata ku ji gundewarê Zirganê ve dest pê kiriye zirarên mezin gihand mal û milkên gundê El Eboş ê bakurê Til Temirê. Şewat ber bi gundê El Mislete ve diçe.

Şewat gihîşt gundê El Eboş, ber bi El Mislte ve diçe
Şewat gihîşt gundê El Eboş, ber bi El Mislte ve diçe
Şewat gihîşt gundê El Eboş, ber bi El Mislte ve diçe
18 hezîran, 2026   18:28
HESEKÊ

Şewata ku sedema wê baregehên dewleta Tirk ên li gundewarê bajarê Zirganê ye ber bi gundewarê bakurê Til Temirê ve diçe. Tîmên Awarte û şênî hewldanên vemirandinê didomînin.

Bi berfirehbûna rûbera şewatan a bi alîkariya hewa û bilindbûna pileyên germahiyê re, şewat derbasî gundê El Eboş bû, hejmarek mal û mezreyan zirar dît. Tîmên agirkujiyê xebatên parastina deverên şêniyan û zeviyên çandiniyê didomînin.

Şewat niha ber bi gundê El Mislte ve diçe. Şênî banga lezgîn dikin ku alîkariyê pêşkêş bikin, da zirarên ji ber şewatê kêm bibin.

(fr)

ANHA