Tîmên agirkujiyê du roj in li benda bersivê ne ku herin peravê

Tîmên agirkujiyê yên ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine amadekirin, ev du roj in li benda bersiva hikûmeta veguhêz in ku xwe bighînin deverên şewatê yên li peravên Sûriyeyê.

Tîmên agirkujiyê du roj in li benda bersivê ne ku herin peravê
17 tebax, 2025   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo alîkariya vemirandina şewatên daristanan li peravên Sûriyeyê tîmên agirkujiyê amade kirine.

Tîmên agirkujiyê ev du roj in, li benda bersiveke fermî ya hikûmeta veguhêz in, lê heta niha tu bersiv wernegirtine.

Di 7’ê Tîrmehê de, ji bo vemirandina agirên daristanan, Rêveberiya Xweser karwanek ji 150 personelên perwerdekirî, 18 wesayîtên agirkujiyê û alavên endazyariyê şandibû peravên Sûriyeyê.

(k)