Piştî nerazîbûnan beşek ji projeya ‘Bulovard El Nesir’ rawestiya

Şirketa “ ALOMRAN a Pêşxistin û Şêwirmaniya Emlakan” ragihand ku wan xebatên ji nû ve avakirina taxekê dane rawestandin. Di heman demê de xebatên din ên şirketê yên di çarçoveya “Bulovard El Nesir” bi rê ve diçin, wê dewam bikin.

Piştî nerazîbûnan beşek ji projeya ‘Bulovard El Nesir’ rawestiya
17 tebax, 2025   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şirketa “ ALOMRAN a Pêşxistin û Şêwirmaniya Emlakan” piştî nerazîbûnan bi awayekî fermî ragihand ku wan xebatên ji nû ve avakirina taxa El Qerabîs a Humsê rawestandiniye. Şirketê îdia kir ku biryara wan ji bo misogeriya hevbeşiya projeyên wê û nirxandina fenî û civakî girîng e.

Hate ragihandin xebatên din ên şirketê yên li bajarê Humsê di çarçoveya “Bulovard El Nesir” de têne meşandin, dê wekî berê dewam bikin. 

Hêjaye bibîrxistinê şêniyên taxa El Qerasîb roja înê bi meşekê nerazîbûn nîşanî biryara şirketê dabû. Şêniyan xwestin hemû planên mal û dikanên wan rakin, ji rojevê derkevin.

Şêniyên taxê di xwepêşandinan de pankartên bi nivîsa “ Na ji Bulovard”  re vekiribûn, her wiha bi diruşmên daxwaza rawestandina proje dikirin. Li gorî çavkaniyan ev 3 car in niştecihên vê taxê li dijî projeyê, xwepêşandan kirine.

(dc)