Rêveberiya Xweser encama ezmûnên asta navîn aşkere kir

Rêveberiya Xweser encama ezmûnên xwendekarên asta navîn, aşkere kir.

Rêveberiya Xweser encama ezmûnên asta navîn aşkere kir
17 tebax, 2025   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde  û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a  Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encama ezmûnên xwendekarên asta navîn (refa 9’an), aşkere kir.

Encama ezmûnan  li ser malpera fermî ya desteyê bi rêya lînkek elektronîkî  hatine aşkerekirin.

Xwenekdar dikarin bi rêya hejmara xwe ya li ser karta ezmûnê, navê xwe tevî navê bav û paşnav an jî bi navê dibistanê, encama ezmûnan nas bikin.

Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku îsal 8 hezar û 629 xwendekarên refa 9’an ketin ezmûnan.

(dc)