Tîma sivîl a Amerîkayê bi Meclisa Leşkerî ya Suryanî re civiya

Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi tîma kar û barên sivîl a Amerîkayê ya Koalîsyona Navneteweyî re rewşên li herêmê bi giştî rewşa koçberan, alîkariyên mirovî û projeyên xizmetguzarî nîqaş kirin.

Tîma sivîl a Amerîkayê bi Meclisa Leşkerî ya Suryanî re civiya
10 ÇILE, 2025   00:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi tîma kar û barên sivîl a Amerîkayê ya girêdayî Koalîsyona Navneteweyî re civiya.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena ji ajansa Syriac Press a Suryanî re dabû zanîn ku hevdîtin baş bû.

Hena diyar kir ku di hevdîtinê de girîngiya gihandina alîkariyên mirovî ji bo gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşxistina projeyên bijîşkî û xizmetguzarî hat nîqaşkirin.

Hena destnîşan kir ku ew ê bi tîmê re têkiliyên hevbeş ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji gelên herêmê re, bidomînin.

(mh/fr)