Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek li Şamê li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyeyê di civîneke şêwirê ya li Şamê de girîngî bi rola jinan di Sûriyeya nû de, da.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek li Şamê li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek li Şamê li dar xist
10 ÇILE, 2025   00:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê civîneke şêwirê bi navê "Rola jinan di qonaxa bê de" bi beşdariya nêzî 100 jinên çalakvan, siyasetmedar û hiqûqî li Şamê organîze kir.

Dîwana civînê ji endama Meclisa Giştî Rind Ebdullah, rêvebera Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Ayşe Hiso û endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Siwêdayê Raqiye El Şair pêk hat.

Di serî de Meclisa Jinan a Sûriyeyê û stratejiya karê wê hat pênasekirin.

Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin û girîngî bi xurtkirina rola jinan di qada siyasî û cihên biryardayînê de, da.

Beşdaran diyar kir ku divê civîn û hevdîtinên wiha zêdetir bibin û herî kêm mehê carekê werin lidarxistin da ku tecrûbeya Meclisa Jinan a Sûriyeyê li seranserî Sûriyeyê were pêkanîn.

Di dawiya civînê de jinan pêşniyar kir ku ev civîn bibe civîna amadekar a lidarxistina konferansa jinan a giştî, ji bo tevahî jinên Sûriyeyê.

(mh/fr)

ANHA