Hevşaredarên Akdenîzê hatin binçavkirin, şaredarî hat dorpêçkirin

Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriyet Aslan hatin binçavkirin, polîsên dewleta Tirk ku avahiya şaredariyê dorpêç kirine gotin: “Qeyûm hatiye tayînkirin.”

Hevşaredarên Akdenîzê hatin binçavkirin, şaredarî hat dorpêçkirin
10 ÇILE, 2025   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevşaredarên Navçeya Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina hevşaredar û endamên meclisê nehat zanîn. Polîsan, avahiya şaredaryê bi bariyeran dorpêç kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ku nehiştin bikeve avahiya şaredariyê, diyar kir ku polîs di hundirê şaredariyê de lêgerînê dikin û got: “Polîsan nehiştin em bikevin avahiya Şaredariya Akdenîzê û gotin ku qeyûm biryara qedexeyê daye. Ji me re gotin; ‘Li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hate tayînkirin û dê li ser malpera walîtiya Mêrsînê bê parvekirin.’ Qeyûm xesp e, diziya îradeyê ye, em biryara tayînkirina qeyûm qebûl nakin.”