Tevî serma û baranê 34 roj e coşa berxwedana Tişrînê bilind e

Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 34 roj e li dijî êrişên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê bi giştî, Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê bi taybet, çalakiyên xwe yên berxwedanê yên li bendavê didomîne.

Tevî serma û baranê 34 roj e coşa berxwedana Tişrînê bilind e
Tevî serma û baranê 34 roj e coşa berxwedana Tişrînê bilind e
Tevî serma û baranê 34 roj e coşa berxwedana Tişrînê bilind e
Tevî serma û baranê 34 roj e coşa berxwedana Tişrînê bilind e
Tevî serma û baranê 34 roj e coşa berxwedana Tişrînê bilind e
Tevî serma û baranê 34 roj e coşa berxwedana Tişrînê bilind e
11 sibat, 2025   17:19
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, ji 8ˋê Çileyê ve, ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên bejahî, hewayî û hilweşînê, çalakiyên xwe li bendavê didomînin. 

Di oxira parastina bendavê de, heta niha 24 sivîl ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bendavê şehîd bûn û zêdetirî 200 sivîl jî birîndar bûne.

Çalakiyên berxwedanê yên li ser Bendava Tişrînê îro ketin roja xwe ya 34ˋan. Tevî serma, seqem û baranê, her wiha êrişên hewayî û bejahî yên li derdora bendavê, ciwan û temenmezin bi coşeke mezin beşdarî çalakiyan dibin.

Îro jî bi dehan xelkê bajarên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Birakê û Şedadê berê xwe da Bendava Tişrînê ku nobedê ji xelkê bajarê Kobanê û gundewarê wî ku 6 roj e li ser bendavê ne, dewr bigirin.

(fr)

ANHA