Hunermend Henîf Ismet koça dawî kir

Dengbêjê Kurd Henîf Ismet duh di encama kirîza dil de, li nexweşxaneyeke Kobanê, jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Henîf Ismet koça dawî kir
11 sibat, 2025   16:46
KOBANÊ

Dengbêjê Kurd Henîf Ismet, duh seat di 17:30ˋan de, di encama krîza dil li Nexweşxaneya Emel a Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê dengbêjê Kurd Henîf Ismet di danê êvarê de li goristana gundê Minazê yê li rojavayê Kobanê ji aliyê malbat û rêhevalên wî ve hat veşartin.

Dengbêj Henîf Ismet sala 1966'an li gundê Minazê yê rojavayê Kobanê ji dayîk bûye. Wî di deh saliya xwe de ji stran û dengbêjiyê hez dikir. Herî zêde kêfa wî ji kilamên ku li ser egîdan dihatine gotin re dihat. Dengbêjî ji bo wî meraqeke giran bû, ji ber vê yekê jî her tim diçû gel dengbêj Mamedê Kaso rûdinişt û guhdar dikir.

Ew her tim beşdarî odeyên dengbêjiyê yên kevin dibû. 10 sal di navenda Çand û Hunera Baqî Xido de cih girtibû û dengbêjiyên xwe di hemû çax û demên ku têne xwestin de pêşkêş dikir.

Dengbêj Henîf besdarî gelek şevbuhêrkên hunerî dibû. Her wiha parastina van destan û serpêhatiyên ku bi awayekî hunerî têne gotin jê re bûne weke kulekê ku divê her û her biparêzta.

Stranên Henîf Ismet gotine ev in; Derwêşê Evdî, Siyamend û Xecê, Mem û Zîn, Hemê Elmasto,Salih û Kej, Elikê, Delalê Egîdan, Islim û Miço, Mislim Dêr e û hwd.

Di heman demê de gelek agahiyên wî li ser hemû cûreyên wêjeyî weke dîrok, helbest, gotinên pêşiyan, pend, dua, nifir, û hwd hene ku her dem ji bo xwendekarên zanîngeh, peymengeh û dibistanan vedigot.

(sş/fr)

ANHA