Tevî êrişên dagirkeriyê jî Şaredariya Til Temirê 4 projeyên xizmetguzariyê pêk tîne

Bajarê Til Temirê li ser xetên eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye û rojane rastî êrişan tê, lê tevî wê jî şaredariya bajêr xizmetên xwe ji welatiyan re dewam dike û niha 4 projeyan pêk tîne.

2 ÇILE, 2025   07:10
HESEKÊ
EBDILXENÎ EL HAMAN

Bajarê Til Temrê yê girêdayî kantona Cizîrê, yek ji herêmên ku rasterast li ser xeta di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye. Ji ber cihê bajêr her tim rastî êrîşan tê, ji ber wilo projeyên xizmetguzariyê yên bingehîn dereng dimînin. Tevî van kêşeyên ewlehiyê jî, şaredariya gel a Til Temirê xebatên xwe didomîne û xizmetguzariyên pêwîst ji xelkê bajar û gundên derdorê re pêşkêş dike.

Şaredariya gel di gel xebatên xwe yên sereke ji bo başkirina binesaziya bajêr niha 4 projeyan pêk tîne.

Hevserokê şaredariya gel li bajêr Mihemed Baqî Kûtî da xuyakirin, ku şaredariyê dest bi cîbicîkirina 3 projeyên kanalîzasyonê li komînên Şehîd Îbrahîm, Şehîd Erkêş û kembera rojava ya navenda bajêr kiriye, her wiha projeyek ji bo başkirina rêya M4 heta gundê Elbence jî pêk tîne.

Projeya kanalîzasyonê li komîna Şehîd Îbrahîm; di du qonaxan de dê lûleyên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 185 metre bêne danîn.

Projeya kanalîzasyonê li komîna Şehîd Erkêş; li ser du qonaxan dê lûleyên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 355 metreyî bêne danîn.

Projeya kanalîzasyonê li komîna kembera rojava; dê lûleyên kanalîzasyonê bêne danîn.

Projeya başkirina rêya navneteweyî ya M4 heya gundê Elbenca. Ev rê li ser xeta eniyên şer ên  bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re derbas dibe û yek ji rêyên girîng ên herêmê ye.

Hevşaredarê Til Temirê Mihemed Baqî Kûtî diyar kir ku ji ber êrîşên rojane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê, pêkanîna van projeyan rastî gelek astengiyan tê. Di van êrişan de cihên girîng li bajar û gundan bûne armanc, çûn û hatina maşîn û alavên giran ên ku di projeyan de dihatin bikaranîn asteng kirin, lewma pêkanîna van projeyan carna dereng ma.

Baqî Kûtî diyar kir ku şaredariyê tevî van şert û mercên giran jî karîbû di pêkanîna projeyan de pêşkeftineke mezin bike, heta niha ji sedî 90`ê projeyan hatiye pêkanîn.

(k)

ANHA