`Bila dewleta Tirk ji axa Sûriyeyê vekişin, axa me bi xwîna şehîdên me hatiye avdan`

Şeniyên Kantona Firatê xwestin ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji axa Sûriyeyê derkevin, “ji ber ku ev ax me ye, bi xwîna şehîdan hatiye avdan.”

`Bila dewleta Tirk ji axa Sûriyeyê vekişin, axa me bi xwîna şehîdên me hatiye avdan`
2 ÇILE, 2025   06:10
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Şêniyên Kantona Firatê têkildarî dagirkirina axa Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdarî wê ve, ji ajansa ANHA`yê re nêrînên xwe anîn ziman. 

`DIVÊ DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ JI AXA SÛRIYEYÊ DERKEVIN`

Şêx Ehmed Hemo êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kir û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk her tim dixwaze herêmên me dagir bike, lê ev yek ji wan re bibe xeyal. Dewleta Tirk bi hemû planên xwe yên qirêj her tim êrişên xwe li her herêma me pêk tine, lê li hember êrişên dagirkeriyê berxwedana şervanên me her tim xurte. Divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji axa sûriyeyê derkevin ji ber ku ev axa, axa me ye, em ê her tim axa xwe biparêzin.”

`DIVÊ DEWLETA TIRK JI AXA ME DERKEVE, MAFÊN WAN TUN YE LI SER AXA ME JIYAN BIKIN `

Cîhan Bozan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşên xwe li her herêmê pêk tîne û got: “Em tu carî nahêlin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rihetî derbasî ser axa me bibin, divê ev dagirker ji axa me vekirşin ev axa me ye, ev der welatê me ye, tu mafê dewleta Tirk û çeteyên wê tuneye ku li ser axa me jiyan bikin. Em ji dewleta Tirk û çeteyên wê re dibêjin êdî bese ji axa me bikişin, ev ne ji mafê we ye ku hûn derbasî ser axa me bibin. Wê şervanên me her tim li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê bibin bend û nahêlin bihustek ji axa me dagir bike, yan li ser axa me jiyan bikin.”

`AXA ME BI XWÎNA ŞEHÎDÊN ME HATIYE AVDAN`

Osman Ibrahîm destnîşan kir ku ev walat ne yê dewleta Tirk û ne jî yê çeteyên wê ye û got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû planên xwe yê hovane êrişî herêma me dike, ew ji me çi dixwaze, ev der welatê me ye axa me ye, mafê tu kesî tune ye ku li ser axa me jiyan  bikin. Em tu carî nahêlin dewleta Tirk derbasî axa me bibe, bila ji axa me derkevin axa me bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, bila ji axa me vekişin.”

`EMÊ HER TIM LI PIŞTA QSD`Ê BI, DA KU DEWLETA TIRK JI AXA XWE PAQIJ BIKIN`

Şêrîn Ehmed anî ziman ku ew ê her tim piştgirya hêza QSD`ê bikin da ku axa Sûriyeyê ji dewleta Tirk û çeteyên wê paqij bikin û wiha got: “Em ê her tim li pişta QSD`ê bin, da ku em axa Sûriyeyê ji dewleta Tirk û çeteyên wê paqij bikin, wê axa Sûriyeyê ji wan re bibe xeyal. Heta ku hêza me hebê em ê li ber xwe bidin û nahêlin dergirkerî li ser axa me jiyan bikin. Bila dewleta Tirk dest ji axa me berde û jê vekiş e.”

`EM Ê LI SER AXA XWE DAWÎ LI DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ BÎNIN`

Berfîn Ismaîl berxwedana şervanên di çeperên şer de silav kir û diyar kir ku ew ê her tim piştgiriya QSD`ê bikin û got: “Şervanên me li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî didin meşadin, em ê jî her tim piştgiriya hêza QSD`ê bikin, heta ku em dijminê hov têk bibin. Her çiqasî dewlet Tirk êrişan li ser me pêk bîne lê tu carî bi hêza me nikare, em ê li ser axa xwe dawî li dewleta Tirk û çeteyên wê bînin, ji ber vê yekê bila ji axa me derkevin, ew tu carî bi hêza me nikarin.”

(k)

ANHA