Li Tertûsê biryara girtina navendên tenduristiyê: Gel bertek nîşan da

Wezareta Tenduristiyê ya Rêveberiya HTŞˈê li gundewarên Tertûsê biryara girtina 20 navendên tenduristiyê da. Şêniyan bertek nîşanî biryarê dan.

Li Tertûsê biryara girtina navendên tenduristiyê: Gel bertek nîşan da
9 ÇILE, 2025   14:18
Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî ya rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam a li gundewarên Tertûsê biryara girtina 20 navendên tenduristiyê da.

Wezîrê tenduristiyê yê rêveberiya Heyet Terhrîr El Şamê Mahir El Şerî, hebûna hin şaşiyên rêveberî û teknîk wekî hincet nîşan dabûn.

Li gorî SOHRˈê, şêniyan bertekên tund nîşanî biryara girtina navendên tenduristiyê dan û biryar wek "gaveke planeke mezin a têkbirina qada tenduristiyê li parêzehê" şîrove kirin. Şêniyan hikumeta demkî tawanbar kir ku pêdiviyên bingehîn ên tenduristiyê paşguh dike.

SOHRˈê destnîşan kir ku ev biryar dê şêniyan ji xizmetên tenduristiyê bê par bihêle.

(bb)