Tevgerên Tirkiye li Lîbyayê û yên navneteweyî û erebî li Xezayê bûn rojevên rojnameyên erebî

Tevgerên Tirkiye li Lîbyayê, rewşa li Xezayê, geşedanên siyasî, meydanî û tevgerên navneteweyî têkildarî wê, bûn rojeva rojnameyên erebî yên vê sibê derketine.

Tevgerên Tirkiye li Lîbyayê û yên navneteweyî û erebî li Xezayê bûn rojevên rojnameyên erebî
9 mijdar, 2023   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb di nûçeya xwe de cih da tevgerên Tirkiye li Lîbyayê. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Tirkiye ji her demê bêtir, dev ji berjewendiyên xwe yên li rojavayê Lîbyayê û hevalbendiya xwe li gel hikumeta Ebdulhemîd El Debîbe bernade. Ji bo wê, hewl dide cihê xwe li rojhilat bigire û ji fermandariya leşkerî ya li wir re vekirî be, çi bi rêya berdewamkirina projeyên ku hatine derengxistin. Yan jî tev li projeyên ji nû ve avakirinê yên Derne û bajarên Çiyayê El Exder bibe. Yan jî bi rêya lihevkirinên bazirganî yên girîng. Lê ya herî girîng ew e ku dixwaze tiştên berê ji bîr bibe û tevahî aliyên nakok li ser masaya Erdogan kom bike da ku bigihêjin çareseriyeke pêbawer ji aloziyê re ku dem hatiye bi dawî bibe.

AXAFTINA LI SER PÊVAJOYA DEMKÎ Û AGIRBESTEKE MIROVÎ LI XEZAYÊ

Der barê geşedanên dawîn li Xezayê de rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku axaftina li ser pêwîstiya pêkanîna agirbesteke mirovî di navbera Îsraîl û Hemasê de li Zivala Xezayê zêde bûye. Li beramber wê, divê gelek kesên dîl hatine girtin, serbest bên berdan. Li ser asta pêvajoya demkî jî, rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên erebî, got di 3 rojên pêşîn de, zêdetirî rayedarekî rojavayî nêrîn der barê pêşeroja rêveberiya Zivalê de piştî şer pêşniyar kiriye. Lê di heman demê de îşaret pê kir ku niha girîngiyê didin gihandina alîkariyên mirovî û pêkanîna agirbesta mirovî.  Heman çavkaniyan destnîşan kir ku pêşeroja Zivalê divê bibe beşeke çareseriya giştî.

XEZA PERGALA NÛ YA NAVNETEWEYÎ DICERBÎNE

Nivîskarê lubnanî Conî Munîr di gotareke xwe de ku rojnameya Cimhuriye ya Lubnanê belav kiriye nivisiye ku Xeza pergala nû ya navneteweyî dicerbîne. Li gor rojnameyê, Munîr destnîşan kiriye ku Rêveberiya Amerîkayê li gor du hêmanan bi rewşa li Xezayê re mijul dibe; Tevgera Hemas bi şiklê xwe yê îranî bûye tiştekî berê. Ya din Rojhilata Navîn, xetereya firehbûna şer û şerê vekirî derbas kiriye.

Mûnîr anî ziman ku tevî sewqiyatên leşkerî yên Amerîkayê yên zêde, lê êdî di çarçoveya misogeriya îstiqrarê û amadekirina pêvajoya ji nû ve sazkirina Rojhilata Navîn de ne. Lê belê ev nayê wateyê ku dojeha Xezayê di demeke nêz de bi dawî bibe.

(şx)