Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de kuştî û birîndar çêbûn

Di êrîşên  Amerîka û Îsraîlê yên li dijî noqteyên hikumeta Şamê yên li rojhilat û başûrê Sûriyeyê de 12 kes hatine kuştin.

Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de kuştî û birîndar çêbûn
9 mijdar, 2023   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku çarşemê hêzên hewayî yên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyeyê li dijî depoyeke çek a girêdayî Îranê êriş pêk aniye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku êriş li dijî avahiyekê li Rojhilatê Dêrazorê de 9 kes hatine kuştin.

Lloyd Austin di daxuyaniyekê de got: “2 balafirên F-15 êriş pêk anîne.”

Çavkaniyekî leşkerî yê hikumeta Şamê jî çarşemê got: “Îsraîlê li dijî baregehên leşkerî yên başûrê Sûriyeyê êriş pêk aniye. Di encamê de zirarên madî çêbûn.”

SOHR`ê got darbeyên Îsraîlê rasterast noqteyên hêzên hikumeta Şamê; tugaya parastina hewayî û radarê li herêmên Til Qelîb û Til El Mesîh ên Siweydayê kirin hedef.

Hemwextî wê, Îsraîlê derdora bajarokê Eqreba ku lê balafireheke leşkerî heye û bi 10 kîlometreyan li rojavayê Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî ye, mezrayên di navbera Seyda Zeyneb û Eqreba de yên ku noqteyên Hizbullahê lê hene, topbaran kirin. Di encamê de 3 endamên Hizbullahê hatine kuştin û 3 din jî birîndar bûne ku nasnameya wan ne diyar e. Li gor SOHR`ê pergala parastinê ya bejahî, hewl daye moşekan li erdê bixe.

Îsraîlê, piştî şerê Xezayê, darbeyên bejahî û hewayî li Sûriyeyê zêde kirine. Di encamê de balafirgehên Şam û Helebê yên navneteweyî gelek caran ji xizmetê derketin.