Tevgerên dewleta Tirk ên li Sûdanê û aloziya li Iraqê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî behsa tevgerên dewleta Tirk ên li Sûdanê, aloziya li Iraqê û bihabûna petrolê li Rojhilata Navîn kir.

Tevgerên dewleta Tirk ên li Sûdanê û aloziya li Iraqê rojevên rojnameyên erebî ne
4 kanûn 2023   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê tevgerên dewleta Tirk de rojnameya El Ereb diyar kir ku dixwaze vegere Sûdanê û ji bo wê xwe dispêre têkiliya xwe ya bi tevgera îslamî û hin tevgerên çedar re, wek Tevgera Rizgarkirina Sûdanê. Lê belê Enqere, naxwaze bi awayekî mezin piştgiriya aliyekî aloziya li Sûdanê bike, ji ber dizane ev mijar ji bo dewletên cîranê Sûdanê bi taybet Misirê çiqas hesas e. 

‘ALOZIYA DI NAVBERA BIRAYÊN DIJMINÊ HEV DE LI IRAQÊ’

Girêdayî rewşa li Iraqê jî rojnameya Şerq El Ewsat destnîşan kir ku aloziya birayên dijmin, li Iraqê ji nû ve dest pê kir. Her wiha ragihand ku Ii parêzgeha Besra ya başûrê Iraqê û bi petrolê dewlemend e, yekşmê bi sibê herî kêm 2 êriş li dijî baregehên Hizb El Deawa û Îtîlafa Dewleta Qanûnê yên ku serokwezîrê berê Nûrî El Malkî serkêşiya wan dike, pêk hatin. Di encamê de tevlihevî û metirsiyek li parêzgehê çêbû. Nemaze du hefte mane ku hilbijatinên xwecih li dar bikevin (18`ê Kanûnê).

‘ALOZÎ PETORLÊ BIHA DIKE’

Tora El Hura bal kişand ser bilindbûna peymanên petrol, nemaze bi vegera tevliheviya jeosiyasî li Rojhilata Navîn. Di encamê de metirsî li ser dabînkirina petrolê li herêmê çêbûn. Lê nezelaliya der barê kêmkirina dilxwazî ji aliyê OPEC`ê ve û zêdebûna daxwazên li ser petrolê, bandor li ser pêşeroja vê sektorê dike.

(şx)