Tevgerên ciwanan li ser rola ciwanan panelek li dar xist

Tevgerên ciwanan ên kantona Tebqayê paneleke diyalogê ji bo şîrovekirina rola ciwanan di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, li dar xist.

3 cotmeh, 2024   20:36
TEBQA

Panela bi dirûşma "Bi ruhê ciwanên Apocî em ê dîwarên Îmralî bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin" li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar ket. Tê de hemû tevgerên ciwanan, partiyên siyasî, tevgerên jinan û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr beşdar bûn. 

Di serî de li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û awayê rast ê belavkirina fikrên wî hat axaftin.

Her wiha sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

 Piştre cîgirê hevseroketiya Desteya Ciwanan û Werzîşê Muhened Yûsif û rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Xufran El Sexîr nîqaş bi beşdaran re bi rê ve birin.

Di dawiya panelê de encamname wiha hat diyarkirin:

Rêxistinên fikrî hemleyeke rêxistinî ji bo ciwanên kantonê û gundewarê wê dest pê bikin.

Ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah xebat were kirin.

Meclisên Ciwanan di nav komîn û meclisên kantonê de werin vekirin.

Çalakiyên cûrbecûr ên banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan werin zêdekirin.

Perwerdeyên fikrî ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan werin vekirin.

(mh)

ANHA