Di hedefgirtina erebeya li ser rêya Qamişlo-Amûdê de 2 welatî şehîd bûn

Di encama hedefgirtina erebeyekê li ser rêya Qamişlo-Amûdê de 2 welatî şehîd bûn.

Di hedefgirtina erebeya li ser rêya Qamişlo-Amûdê de 2 welatî şehîd bûn
3 cotmeh, 2024   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan li ser rêya di navbera bajarên Amûdê û Qamişloyê li nêzî gundê Xezalikê yê kantona Cizîrê de erebeyek hat hedefgirtin.

Li gorî agahiyên ajansa me wergirtine, di encama hedefgirtinê de 2 welatî şehîd bûn.

Ajansa me agahiyên li ser nasnameyên şehîdan bi dest nexistin.

(fr)