Tevgera Îsraîlê li başûr didome, hikumeta demkî bê deng e

Hêzên artêşa Îsraîlê derbasî gundewarên başûrê Quneytîrayê bûn û bendên kontrolê danîn.

Tevgera Îsraîlê li başûr didome, hikumeta demkî bê deng e
28 ÇILE, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku şêniyên herêmê ragihandine, hêzeke leşkerî ya Îsraîlê vê sibehê careke din derbasî başûrê Quneytîrayê bû.

Nûçegihanê me diyar kir ku yekîneyeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji 3 wesayîtan pêk dihat, derbasî rojavayê gundê Seyda Hatûn bû û bendeke kontrolê danî.

Nûçegihan ragihand ku yekîneyeke din jî bi 4 wesayîtên leşkerî derbasî devera di navbera gundên Rezaniye û Seyda Hanût de bû û bendeke din a kontrolê danî.

Li hemberî tevgerên domdar ên artêşa Îsraîlê yên di axa Sûriyeyê de hikumeta demkî ya Sûriyeyê tu helwestan nîşan nade.

(b)