Çapemeniya cîhanê: Berpirsiyarê siyasî yê êrişan Hakan Fîdan e

Êrişên li ser Rojava didomin, çapemeniya cîhanê balê dikşîne ser pişgiriya Tirkiyeyê ji bo êrişan.

Çapemeniya cîhanê: Berpirsiyarê siyasî yê êrişan Hakan Fîdan e
28 ÇILE, 2026   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Êriş komên çete ên li ser Rojava didomin. Çapemeniya cîhanê cih da protestoyên li dijî êrişên, daxwazên agirbestê û piştgiriya Tirkiyeyê ji bo êrişan.

Ajansa Associated Press (AP) a li Amerîkayê, nûçeyek bi sernava “Li Sûriyeyê agirbest didome, lêbelê tirs û hêrsa sivîlan didome”. Di nûçeyê de cih da daneya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ku dibêje zêdetirî 173.000 kes neçarî koçberiyê bûne.

Reutersê jî nûçeyek bi sernava “Îngîltere, DYA, Almanya û Fransayê ji bo agirbestê bangî Sûriyeyê kirin” weşand û bal kişand ser ragihandinên agirbestê.

‘KEZÎ SEMBOLA AZADIYA JINÊ YE‘

Rojnameya Die Zeid a li Almanyayê bertek nîşanî birîna keziyên şervanê YPJ’î ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve da. Herwiha Die Zeitê di cî da protestoyên jinan ên kezî hûnandinê û nivîsa bi sernava “kîn û por” weşand. Di berdewamiya nivîsê de ev tişt hate gotin: “Îslamîstek, keziyê jina Kurd nîşan dide û li dijî vê jinên Kurd ên li çar aliyên cîhanê keziyên xwe dihûnin. Li ser keziyan peyama sembola azadiya jinê tê dayîn. Porên jinên di warê çandî û dîrokêi de sembola statuya civakî û rûmetê ye. Keziyên bi zorê hatine birîn desteserkirina her duyan e.”

 ‘ROJAVA TECRÛBEYEK GELPARÊZ Û DEMOKRATÎK E’

Rojnameya Il Fatto Quotidioano ya Îtalî nûçeyek bi sernivîsa “Tecrubeya demokrasiya Rojava ji aliyê Sûriye û Tirkiyeyê ve di bin xetereyê de ye” weşand. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Tecrubeya siyasî û civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku em wekî Rojava dizanin, a herî balkêş a serdemê. Lêbelê niha di bin xetereya herî giran deye. Li dijî DAIŞ’ê bi ser ket û tecrubeyek demokrasiyê ya gelparêz saz kirin. Îro ev şoreş bi awayekî aşkera di bin êrişê de ye.”

 ‘DEWLETA TIRKIYEYÊ EŞKERE PIŞTGIRÎ DIDE’

Di heman demê hat diyarkirin ku ev êriş ji bo tunekirina etnîkî ye û têkildarî rola Tikriyeyê ev tişt hate gotin: “Hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê, mîlîsên cîhadîst û bi pişgiriya Tirkiyeyê hewl didin xweseriya ku bi têkoşîna hatiye bi destxistin têk bibe. Li Şamê hikûmet di destê kadroyên HTŞ’iyên ku berê El-Qaîdeyî bûn de ye. Ji bo serdestiyê li tevahiya welat bi awayekî sîstematîk tundiyê disepînin. Hikumeta Tirkiyeyê bi awayekî eşkere piştgirî dide vê êrîşa leşkerî; Wezîrrê Parastnê Yaşar Guler û Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan piştgiriya siyasî didin. Balafirên şer, li qada şer balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê tevî cîhadîstan tevdigerin.”

KARAVANA GELAN DI ROJEVÊ DE YE

Ajansa bi navê Pressenza, People’s Caravan (Karavana Gelan) a ku heftekî berê ji Ewropyê ber bi Kobanê bi rê ketibû girt rojeva xwe. Ajansê roportaja bi karavanê re hatibû kirin weşand û destnîşan kir ku dê aktîvîst ji bo balê bikşînin ser rewşa Kobanê biçin ser sînor. Analisi Difesa jî nûçeyek bi sernava “Sûriye: Kurd carekî din dibin qurabnên hevsengiyan” weşand. Di nûçeyê de bal kişand ser rewşa êrişên li ser xweseriyê. Tidningen Syre a li Swêdê nûçeyek bi sernava “Pişgiriya ji bo Kurdên li Sûriyeyê didome: Hikûmet bêdeng e” weşand û cî da çalakiyên protestoyê.