Hejmarek kesên bê ser û ber gule teqandin hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kantona Cizîrê hejmarek kesên ku gule bê ser û ber diteqandin, girtin.

Hejmarek kesên bê ser û ber gule teqandin hatin girtin
28 ÇILE, 2026   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê der barê teqandina bê ser û ber a guleyan di dema derbasbûna karwanên leşkerî, bone û merasîmên şehîdan û pêşwazîkirina karwanên alîkariyan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di hin boneyên giştî, derbasbûna karwanên leşkerî, merasîmên şehîdan û pêşwazîkirina karwanên alîkariyan de hin kes guleyan bê ser û ber diteqînin û got: “Ev yek xetereyê li ser jiyana sivîlan û ewlehiya wan çêdike, di heman demê de ziraran dide milkên giştî û taybet, dîsa tirsê di nava şêniyan de çêdike.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Desteya Hundirîn beriya niha ji bo qedexekirina teqandina bê ser û ber a guleyan qanûneke derxistibû û li gorî qanûnê cezayek diyar kir. Her wiha hate destnîşankirin ku desteyê par jî bi hemahengiya meclis û komînan pêngaveke hişyariyê dabû destpêkirin da ku li ber vê diyardeya xeternak a teqandina bê ser û ber a guleyan li ser civakê bigire.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku duh ji ber teqandina bê ser û ber a guleyan zarokeke keçîn li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê bi giranî birîndar bû û zirar jî li milk û erebeyên şêniyan bû, di heman demê tirs di nava şêniyan de çêkir.

Di dewama daxuyaniya desteyê de hate gotin, hin kesên ku bê ser û ber gule diteqandin hatin girtin û lêpirsîn jî dewam dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, kesên hatine girtin dê der barê wan de cezayên giran were birîn.

Desteyê destnîşan kir ku guleyên ku di çarçoveya erkên ewlehî û leşkerî de hatine avêtin tenê ji bo parastina herêmê ji gefan e û tu têkiliya wan bi tu pîrozbahî yan xwepêşandanên bê ser û ber re tune ne.

Desteyê hişyarî da ku çi kesên bê ser û ber guleyan biavêjin dê werin destgîrkirin û cezakirin. Her wiha bang li şêniyan kir û got: "Rewş çi dibe bila bibe bêserûber guleyan neteqînin û bi aliyên ewlehiyê re tevkar bin. Eger rewşeke gulebarandina bê ser û ber bibînin, aliyên têkildar agahdar bikin.”

Desteyê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku mîsyona xwe ya parastina ewlehiya şêniyan li seranserî kantona Cizîrê bidomîne.

(b)