Tevgera Fetih: Em rêveberiya biyanî li Xezayê qebûl nakin

Tevgera Fetihê ya Xezayê rêveberiyên biyanî ji bo Xezayê red kirin û girêdana xwe bi yekitiya Filistînê teqez kir.

Tevgera Fetih: Em rêveberiya biyanî li Xezayê qebûl nakin
26 cotmeh, 2025   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Tevgera Fetihê ya Xezayê Munzir El Haêk got ku tevgera wan rêveberiyên biyanî ji bo Xezayê qebûl nakin û diyar kir ku Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê lêveger û garantora tekane ya gelê Filistînê ye.

El Haêk ji kenala "Sky News Arabia" re got ku Îsraîl dixwaze hebûna Filistînî bi temamî tune bike.

El Haêk destnîşan kir ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şerê desthilata Filistînê kir û ew lewaz kir.

El Haêk teqezî bi wê yekê da ku Qudisa rojhilat paytexta hetahetayî ya dewleta Filistînê ye û li dijî projeya yekitiya niştimanî şerekî bênavber tê meşandin.

Hêjayî bibrxistinê ye ku agahî hene Amerîka di qonaxa veguhêz de Xezayê bi rêve bibe. Ev jî wekî hewldana Amerîkayê ya ji bo misogerkirina ewlehiya Îsraîlê û dûrxistina Hemasê ji desthilatê, tê dîtin.

Li hemberî wê, aliyên Filistînî û Erebî ev yek wekî şêweyeke dagirkirinê dît.