TEV-DEM`ê têkoşer Jêhat Pîro bi bîr anî

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM têkoşer Jêhat Pîro ku ji ber nexweşiyê şehîd bû bi bîr anî û soz da ku "em ê şopdarê riya wa bin û di piratîka xwe de xwestekên wan pêk bînin".

TEV-DEM`ê têkoşer Jêhat Pîro bi bîr anî
TEV-DEM`ê têkoşer Jêhat Pîro bi bîr anî
TEV-DEM`ê têkoşer Jêhat Pîro bi bîr anî
TEV-DEM`ê têkoşer Jêhat Pîro bi bîr anî
TEV-DEM`ê têkoşer Jêhat Pîro bi bîr anî
TEV-DEM`ê têkoşer Jêhat Pîro bi bîr anî
10 gulan, 2025   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

TEV-DEM`ê der barê şehadeta têkoşer Dara Silêman Îke (Jêhat Pîro) ku salên dirêj di şoreşa Rojava de di nava xebatên civakî de têkoşiyayye û ji ber nexweşiyê şahîd bû, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hati gotin ku "Şehîd Dara Silêman Îke (Jêhat Pîro) ji malbateke kurd û welat parêz ji bakurê kurdistanê tevlî tevgera rizgariya netewa kurdistan bûye, de di sala 1992 an."

Her wiha hate gotin "Li gelek cihên Kurdistanê bê teredud xebatên îdolojî, leşkerî, fikirî da meşandin,  di hemû xebatên xwe de serkeftinên mezin pêk anîn, ji bo wê piştî destpêkirina Şoreşa Rojava 19 Tîrmeha 2012'an de, Ş.jêhad bi israr hemû imkan û derfetên di destê wî de seferber kir ji bo yî alîkarî û azadiya gelê kurd di Rojavayê Kurdistanê de"

TEV-DEM`ê da zanîn ku rêkoşter Jêhat "Bi ruhê xwe yê netewî bi kesayeta xwe ya Şoreşgerî derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Tevî aloziyên tenduristî yên ku têre derbas dibû, hedef û armanca wî pêşkêskirina alîkariyê ji bo yî gelê kurd di vê parçeyê Kurdistanê bû. "

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşer Jêhat di nava gelê Rojava de xebatên rêxistinkirina qada bûrî birêve bir û heta nefesa xwe ya dawiyê xebatên xwe dewam kirin.

TEV-DEM`ê ragihand ku têkoşer Jêhat Pîro roja 15.12.2024`an ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha bi dawî bû "Em weke Tevgera Civaka Demokratîk Tev-dem, em soz didin Ş.Jêhad û hemû Şehîdên Kurdistanê ku em ê şopdarê riya wa bin û di piratîka xwe de xwestekên wan pêk bînin"

Nasnameya şehîd:

Navê kod : Jêhat Dara ( Gever)

Nav û paşnav: Suleyman Îke

Navê Bav: Mihemed Alî

Navê dayîk: Sara

Dîrok û cihê ji dayikbûnê: 1965 Gever

(k)