Amerîkayê şandeya desthilata Şamê li Neteweyên Yekbûyî red kir

Amerîkayê helwesta xwe der barê hikûmeta desthilata Şamê de ragihand û bi rêya Neteweyên Yekbûyî aşkere kir ku ew hikumeta Şamê nas nake.

Amerîkayê şandeya desthilata Şamê li Neteweyên Yekbûyî red kir
7 nîsan, 2025   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Amerîkayê li New Yorkê  notek radestî şandeya Sûriyeyê ya li ba Neteweyên Yekbûyî kir.

Di notê de Amerîka da zanîn ku ew rewş û pozisyona qanûnî ya şandeya Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî nas nake.

Li gorî notê, divê şandeya Sûriyeyê weke şandeyeke daîmî ya dewletekê li ba Neteweyên Yekbûyî neyê naskirin û bibe şandeya hikûmeteke ji aliyê Amerîkayê ve nayê naskirin.

Her wiha Amerîkayê di notê de vîzeyên endamên şandeya Sûriyeyê yên G1 ku wek dîplomatên naskirî ne, ji wan dikişîne û li şûna wê vîzeyên ji kategoriya G3 ji bo endamên şandeya Sûriyeyê werin dayîn.

Vîzeyên G3 ji bo hemwelatiyên biyanî yên ku amade ne bibin kesên navneteweyî, lê bêyî Amerîka hikûmeta welatên wan nas bike, tên dayîn.

Têkildarî wê şandeya Sûriyeyê bi telegramekê wezareta karê derve ya desthilata Şamê bi muzekereya Amerîkayê agahdar kir.

Şandeya Sûriye di telegramê de got: "Şandeya Amerîkayê li ba Neteweyên Yekbûyî 3’yê Nîsanê bi notekê em agahdar kirin ku rewşa me ya qanûnî hat guhertin û şandeya me li ba Amerîkayê nayê naskirin."

Şandeyê di telegrama xwe bo Şamê de got ku dibe hikûmetên din jî weke Amerîkayê hebûna me li Neteweyên Yekbûyî nas nekin.