Kî li piş teqînên Minbicê ye û sûdwar kî ye? Zana SEYDÎ

Kî li piş teqînên Minbicê ye û sûdwar kî ye? Zana SEYDÎ
5 sibat, 2025   08:06

Piştî 8 teqînan ku di kêmtirî meh û nîvekê de pêk hatine, duşema borî teqîneke din li bajarê Minbicê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin çêbû. Li cem sûriyeyiyan gelek pirsnîşan li ser: kî li piş van teqînan e, armanc çi ye, xizmetî çi dike? derdikevin holê.

Di dema bihîstina dengê teqînê de, piranî rûpelên li medyayên dîjîtal ên girêdayî odeyên MÎTˋê bi awayekî sîstematîk, bi lezdaneke mezin û bêyî xwespartina li tu rastiyan, jehra nijadperestî berdan û fitne derxistin û bêyî tu îsbat an jî delîlan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêkanîna teqînan tawanbar kirin.

Ji wê zêdetirî hin rûpel û kesayetên bibandor ku bi salan e propagandaya reşkirinê ya dewleta Tirk dikin, hemleyeke tehrîkirinê li dijî şêniyên Kurd ên li Minbicê da destpêkirin û bi awayekî aşkera banga qetilkirina wan û koçberkirina ji malên wan kirin.

Çavdêrên rewşa Minbicê dişopînin diyar dikin ku gelê Minbicê li hember rewşa heyî bi hêrs e, di navbera aliyan de xîtaba nefretê û nijadperestiyê bilind dibe û hevdû li ser pêkanîna teqînan tawanbar dikin. Îro li Minbicê, sûcên qetilkirinê, talankirin, nebûna madeyên sereke, belavbûna çeteyên biyanî û Sûriyeyî zêde bûne.

Bê guman, komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li sûka navenda bajarokê Sirînê, gundên Eyn Îsa, bajarokê Zirganê, navenda bajarê Kobanê û Bendava Tişrînê kirine, ji van teqînên li Minbicê nayên cudakirin.

Li herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyeyê alava leşkerî ya dewleta Tirk sûriyeyiyan qetil dike ku armancên xwe pêk bîne. Dibe ku nasnameya qurbaniyan di navbera Kurd û Ereb de li Minbicê yan jî Kobanê cuda be, lê nasnameya kujer ku ji 55 rojan ve bi balafirên şer bajar û gundên tije şênî bombebaran dikin, yek e. Li dijî malbatên ereb ên li gundên Eyn Îsa û Sirînê komkujî pêk anîn.

Li gorî detayan, tenê di meha destpêkê ya îsal de, 41 welatî şehîd bûn, di nav de 7 rojnamevan û 6 karkerên tîmên tibî bi giştî 255 kes birîndar bûn. Ev yek gelek pirsan derdixe holê ku, gelo dewleta Tirk li gorî qanûnên navneteweyî yên taybet bi berevaniya mafên mirovan tev digere?

Êdê aşkera ye, ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide careke din Kurd û Ereban bikişîne nava finte û şerekî li ser esasê neteweperestiyê. Di salên berê de li Reqa û Hesekê de di vê yekê de bi bin ket, lê îro dîsa hewl dide li Minbicê, bi rêya lîstina bi hestên Sûriyeyiyan û sorkirina wan li dijî QSDˋê, fitneyan derxe. Bi wê yekê dixwaze binketina xwe ya li Bendava Tişrînê de veşêre.

Kî bi gûman e ku destê dewleta Tirk di teqînên li Minbicê de tune ye, divê li sicila vê dewletê, sûcên wan ên li dijî Kurd û Ereban, sicila çeteyên bi piştgiriya Enqereyê û kiryarên wan ên teqînên xwekujiyê, vegere.

Divê bê zanîn ku kî sûdê ji van teqînan werdigire û nekevin pey lîstikên dewleta Tirk û siyasetên wan ên sorkirina Sûriyeyiyan li hember hev du. Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSDˋê ya der barê teqîna dawî ya li Minbicê de daye û gotiye ew amade ye bi desthilata nû ya li Şamê re dan û standinê bike ku aliyê pişt êrişê aşkera bikin, nîşaneya aşkera ya hewlên QSDˋê yên parastina ewlehiya herêmê ne.

(fr)