Têkoşîna li dijî xwekuştinê û şîdetê rojeva çalakiyên tevgera jinan e

Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê têkildarî xwekuştinê û sedemên wê, rêbazên tunekirina wê werşeyek li dar xist. Her wiha Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê daxuyaniyek da û bang li jinan kir ku li dijî zihniyeta baviksalariyê bibin yek.

13 mijdar, 2024   16:18
TEBQA

Di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê de, Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê werşeyek li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Tebqayê li dar xist. 

Bi dehan endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê tev li werşeyê bûn.

Berpirsa Nivîsgeha Jinan a Desteya Hundirîn a kantona Tebqayê Tirkiye El Hemade mijara yekemîn a werşeyê ya bi sernavê "sedemên derûnî û civakî ya xwekuştinê" şîrove kir û diyar kir ku depresyon, şîzofreniya, nexweşiyên metirsiyê  bikaranîna madeyên hişbirê, sedemên sereke yên vê diyardeyê ne.

Dûre Tirkiye rêbazên çareserkirin û dermankirinê şîrove kirin û bang li malbatan kir ku piştgiriya zarokên xwe bikin, wan nas bikim û fêm bikin û pirsgirêkên wan bi hev re çareser bikin.

Piştî wê endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Tebqayê Xilûd Hemadî mijara duyemîn a bi sernavê "Stratejiya xweparastinê û destwerdanê" bi rêve bir û teqezî bi girîngiya piştgiriya civakî, rola sazî û tevgerên jinan di belavkirina hişmendiyê di nava civakê de kir.

Piştre pêşniyar û çareseriyên ku haziran parve kirine, hatin nîqaşkirin. Jê, zêdekirina hişmendiyê, xurtkirina qanûn û siyasetan ji bo parastina jinan, hesabê ji muxalifan bê pirsîn. Peydakirina bernameyan ji bo bikaranînerên narkotîkê bên dermankirin û wan ji nû ve tev li civakê bên kirin. Jinan xurt bikin û derfetên zêde jê re peyda bikin. Li ser malperên media dijîtal têkildarî vê diyardeyê û xetereyên wê kampanya ragihînin û gelek pêşniyarên din.

Nivîsgeha Jinan a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KCP-D) daxuyaniyek da.

Endama komîteyê Denîz Mihemed daxuyanî xwend. Bi dehan endamên komîteyê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo ku serdema 21`an bibe serdama jinan komîteyê dê têkoşînê mezin bike.

Di daxuyaniyê de komîteyê diyar kir ku şer û alozî sedekeme şîdeta li dijî jinan e û bang li jinan û rêxistinên jinan kir ku li hember binpêkirinan bêdeng nemînin, bibin yek, dakevin qadan û bi dirûşma "jin, jiyan, azadî" tê bikoşin û li hember şîdetê û zehmetiyên li ser bingeha zayendî serî hildin.

(şx)

ANHA

HELEB

TEBQA