Şehîd Hesen El Exres li Reqayê hat oxirkirin

Beşdarên merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hesen El Exres diyar kir ku ew heta serkeftinê li ser şopa şehîdan in.

13 mijdar, 2024   16:27
REQA

Xelkê Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran, partiyên siyasî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hesen El Exres ku di encama krîza dil de şehîd bû, li goristana şehîdan a Reqayê spart axê.

Di merasîmê de rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Reqa Îsa El Salih axivî û got: "Dibêjin ji bo her tiştekî destpêk û dawiya wê heye, lê ders di dawiyê de ye. Ger dawî şehadet be, wê demê em xwediyê serkeftinê ne."

El Salih di dawiyê de sersaxî da malbata şehîd û tevahî gelê herêmê û şîfa ji birîndaran re xwest.

Her wiha dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqa Mihemed El Ehmed axivî û got: "Em soz didin şehîd Hesen û tevahî şehîdan li ser şopa wan bin û ji dijmin re dibêjin hûn nikarin neteweyekî ku karwanên wan ên şehîdan hebin, têk bibin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

 ANHA