Di topbarana li ser gundekî Helebê de 10 kes birîndar bûn

10 kes di topbarana li ser gundekî li rojavayê Helebê û gundewarên Hemayê de birîndar bûn. Hate zanîn ku di nava birîndaran de 3 zarok hene.

Di topbarana li ser gundekî Helebê de 10 kes birîndar bûn
13 mijdar, 2024   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku 11 balafirên xwekuj ên hêzên hikumeta Şamê gundê El Îzmo yê rojavayê Helebê bombebaran kir. Di encamê de 10 kes birîndar bûn ku 3 jê zarok in.

Balafirên hêzên hikumeta Şamê sûkek û deverên cuda yên bajarokê El Îzmo yê dagirkirî jî bombebaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê dora bajarokê Ziyare, Enkawî, Meşbek û Sirmeniyê yên Hemayê topbaran kirin. SOHR`ê da zanîn ku çeteyên Odeya Fetih El Mubîn bersiva topbaranê daye û eniya Meşarih a deşta Xabê ya Hemayê topbaran kir.

(şx)