Têkoşîna 23 salan a Yenar Mihemed

Çalakvana siyasî û ya mafên jinan Yenar Mihemed 23`ê salan bê navber li hemberî fikir, adet, rê û rêbazên sîstema dagirker têkoşîn kir û mafên jinan diparastin.

Têkoşîna 23 salan a Yenar Mihemed
3 adar, 2026   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana siyasî Yener Mihemed sala 1960`î li paytexta Iraq Bexdayê jidayik dibe. Li zanîngeha Bexdayê beşa endazyariya avakarî dixwîne. Sala 1984`an xwendinê diqedîne û sala 1993`an di endazyariyê de master bi dawî dike. Dema ku li zanîngehê dixwend di heman demê de  wekî endama Partiya Komînîst a Iraqê kar dikir.

Malbata Yenar Mihemed sala 1993`an ji Iraqê koçberî Kanadayê dike. Ew mayîna li xerîbiyê qebûl nakê û sala 2003`an vedigere Bexdayê. Yener Mihemed di ciwantiya xwe de rastiya bapîrê xwe ji pîrka xwe bihîstibû. Baprîê wê ku wekî kesekî gelekî qenc di nava civaka xwe de dihat naskirin, bi xwişka hevjîna xwe ya berê ya 14 salî re dizewice. Êdî Yenerê jî li hemberî adetên ol û zayendperestiyê dest bi têkoşînê dike û jiyana bi sedan jinên Iraqê ji tundî û kuştinê rizgar dike.

Di heman salê (2003) de, Rêxistina Azadiya Jin a Iraqê ava dikin û dibe seroka rêxistinê. Piştre jî Komîteya Parastina Mafên Jin li Iraqê ava dike û di heman demê de weke seroka edîtora rojnameya El Misawat kar dike.

Ji ber çalakî û xebatên wê, di ala 2004`an de koma îslamî ya bi navê `El Qaîde Ulya ya Cîhad û Tehrîr` ve du caran gef lê xwaribûn.

Yenar Mihemed bi nivîsên xwe Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rexne dike û wê wekî dagirkera Iraqê bi nav dike. Her wiha pevçûnên mezhebperestî yên li Iraqê û koletiya li ser jinên iraqî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ve girê dide.

TÊKOŞÎNA SIYASÎ Û HIQÛQÎ YA YENER

Yenar Mihemed 23 salan bi rêya Rêxistina Azadiya Jinan a li Iraqê xwedî li jinên ku tundî li wan dihat kirin û yên di bin navê 'şerefê' de hewla kuştina wan dihat kirin, derdiket. Li hemberî kesên bazirganiya jinan dikir tê dikoşiya û wan ji koledariya zayendî û fihûşê diparast. Her wiha jinan fêr dikir çawa li hemberî zayenedperestiyê şer bikin. Li ser radio û televizyonên Iraqê jî daxwaza wekheviya navbera jin û mêr dikir.

Yener Mihemed di şert û mercên zehmet de xwe dighînê 200 jinên li girtîgehên Iraqê û li ser zor û zehmetiyên wan ên li girtîgehan raporekê ji hikûmeta Iraqê re dişîne û wisa jinekê ji dervekirinê rizgar dike.

'Li IRAQÊ JIN DI BIN NAVÊ QANÛNÊ DE TÊN KOLEKIRIN'

Yenar Mihemed sala 2022`an beşdarî bernameyeke ya kenala Youtub'ê ya ''El Hîwar El Mutedemin' dibe û dibêje: "Li Iraqê çalakiyên jin gelekî sînordar in. Dewlet bi rêbazên xwe destûrê nade ku jin çalakiyan bikin. Di bin navê qanûn û ol de tundî li jinan tê kirin û wê girê didin. Hikumet destê xwe datîne ser destkeftiyên jinan û rêxistinên wan. Li Iraqê êrişên li ser jinan didomin. Meh bi meh qanûnên kûrkirina kolekirina jinan derdixin. Ji bo em mirovbuyîna xwe biparêzin, em her tim di rewşeke parastinê de ne. Niha komên çete êrişî jin û rêxistinên wan dikin. Hikumeta Iraqê her tim êrişî me dike û dixwazin rêxistina me bigire an jî fesix bike. Tevgerên olî, netewperestî û fikrê eşîrtî li hemberî azadiya jinan ne. Azadiya jinan pîvanê pêşketina civakê ye. Em serweriya burjiwaziyan a li ser civakê û jinan qebûl nakin. Têkiliya me bi hemû jinên civakê re hene. Hinek jin hene hîna di bin bandora ol û sîstema baviksalar de ne, lê belê cûdabûna fikir bandorê li têkiliya me ya bi çalakvanên jin û partiyên siyasî re nake.''

Yenar Mihemed her wiha ji jinên iraqî re wiha dibêje " Jinên iraqî ji xwezabûyîna xwe ditirsin. Divê li ser xwe bigerin heyanî bikaribin li kolanan bimeşin, ji ber wê jin weke amûra anîna zarokan ku divê her tim di malê de girtî bin û mêran jî wekî amûrê têrkirinê dibînin. Li ser canê jinan bazirganiyê dikin û wê mirov nabînin. Berxwedana me ya li hemberî vê hikumetê deskeftiyekî mezin e.''

2 XELAT WERGIRTINE

Yener Mihemed ji ber têkoşîna xwe ya parastina mafên jinan sala 2008`an xelata Gruber werdigire û 29`ê Îlona 2016`an jî xelata Rafto ya Norwêc werdigire

DAXWAZA DADGEHKIRINA DAIŞ'Ê DIKE

Yenar Mihemed roja înê 27`ê Sibat (2026) li Iraqê komcivînekê bi navê `Ma wê li Iraq û Sûriyeyê mafên jinên Êzidî wenda bibin?` li dar xistibû. Di  civînê de xwest çeteyên DAIŞ`ê yên destdirêjî li jinên Êzidî kirine, werin dadgehkirin.

Roja 2`ê Adarê li Bexdayê li pêşiya mala xwe ji aliyê du kesên  rûyê xwe nixumandibûn û li ser motorsiklêt bûn ve hat gulebarankirin û cih de jiyana xwe ji dest da. Bi qetilkirina wê xwestin dengê jinan qut bike, lê jin tu carî li hemberî zayendperestî, olperestî û çanda koletiyê bêdeng namînin.

ANHA